Çend Peyv Li Ser Sitraneke Demsalî

Gelî xwendevanên delal! Bi destûra Rebbê ‘Alemê emê di vê nivîsa xwe de digel çend şîroveyên xwe sitareneke demsalî teqdîmî we bikin ku di vê sitranê de digel xweza û tebîeta welat û gelek nesîhet û şîretan evîneke pak jî derdikevit pêşberî me. Her wekî ku tê zanîn di wextê xwe de debara giranîya Kurdên Serhedê li ser heywandarîyê bû. Lewma di jiyan û foklora Kurda de çûna zozana û vegerîna ji zozana cîhekî taybet...