Ji Dek û Dolabên Jinan Xwe Bispêrin Xweda

Tê gotin ku di demekê de zilamekî û jina xwe dipeyivin, der heqê meseleyekê de… Pîrek di dawiya axaftina xwe de dibêje ji dek û dolabên jinan jî xwe bispêre Xweda. Zilam bi vê gotinê aciz dibe û ji jina xwe re wiha dibêje: -Îja ev çi gotine? Ma jin karin çi bikin? Li bal xwe wek biçûk dibîne. Jinik jî dengê xwe nake, lê belê di dilê xwe de dibêje ; kero kero, tûyê...