Ezîz MezraqenterîHelbestJi Rehma Te ye ya Îlahî!
03/03/2022386
Te j’tunebûnê’m anîn hebûnê Te ji hindikî anîn pirbûnê Tu yî xwedîyê mirin û jînê Ev ji rehma te ye ya îlahî Tu yî Xaliqê erd û ezmana Tu yî Hakimê dewr û zemana Te ruh xistî bedena însana Ev ji mezna te ye ya îlahî Em nezan bûn te ‘ilim daye me Ax û av û roj hewa daye me Him Muhemmed û Qur’an daye me Ev ji rehma te ye ya îlahî...