Hevalên Şikeftê

Di kitêbên hedîsan da qisseyeke ku bi navê “Qisseya Şikeftê” tê zanîn qisseyek heye. Vê qissê Buxarî û Muslim bi hev re neqil kirîye. Abdullahê kurê Umer vê qisseyê ji Resulullah (s.x.l) guhdarî kirîye û ji me ra neqil kirîye. Resûlê Xweda wiha gotîye: Ji umetên berê 3 kesên ku îman bi Xwedê anîbûn derketin rewîtîyekî. Dema êvar bû ji bona bi şev bimînin ketin şikeftê. Wexta ketin şikeftê kevirekî gelek mezin gêrr bû û...