Hejmara 56emîn a Kovara Kelhaamedê derket

Hejmara 56emîn a Kovara Kelhaamedê bi sernava “Helepçe Di Nav Pelên Tarîxa Kurdistanê de” hat çapkirin. Di vê hejmara nû ya Kelhaamedê de bal hatin kişandin li ser  qetlîama ku berî vê 35 salan li bajara Helebçeya Kurdistana Başûr hat kirin. Di nivîsa danasînê ya vê hejmarê de derheqê naveroka vê hejmarê de wisa hat gotin: Xwendevanên hêja! Gelekan ji me, wek hinek welatên Muslumanan navê Helepçe bi kîmyabarana sala 1988 bihîstin. Bi heqî li...

Helebçe

I Di destpêka biharê de Ew çi qeşa bû kete erdê Tevde mirin hişkbûn Gul û beybûn û nesrîn   Tu kes bi mirineke wiha bêdeng Nehata kuştin Kal û ciwan digel zarokan Bêcan ketin li deştê   II Şazdehê adarê ji ezman mirin dibarî Ew çi pîlanek xaîn bû neyara danî Qet nayê jibîrkirin heta em sax bin Ew bihara ku bi hêstira hate şuştin