Ey Dil! Sûretê ‘Esir Bixwîne û Pê ‘Emel bike!

Ey Dil! Hemd ji Xwedayê ‘Alemê re be. Kû em însan xuluqandine, dînê Îslamê kiriye para me, bawerî û ‘emelkirina pê kiriye qismetê me, em gerandine ji Hizba Xwe û em kirine dozvanên doza xwe û destegirên ketîyên ‘îbadên xwe. Ey Dil! Selat û selam liser pêxember û Qasidê dawî be. Ew qasidê Xweda kû hatiye şandin ji tevên însana re. Û li ser al û eshab û bawermendên wî be. Ey Dil! Heke tu...