Gundê Heselmê

Heselmê, taxekî navçeya Erxenîya Dîyarbekirê ye.Dîroka gund gelekî kevin e.Tê destnîşankirin ku şikeftên li nêzê gund, ji bo ronîkirina dîroka çaxa ewil çavkanîyeke mezin in. Li ser şikeftên gundê Heselmê xebatekî zanistî heta niha çênebûye. Şikeftên ku 2-3 kîlometre nêzî herêma Şolenê ye, taybetî bi şeklê avayîyê dişbihin mîmarîya  Hîlara Çayonu. Di şikeftê de bi mîmarîyê re cîhê raketinê, xwarinê an jî vexwarinê û bi mekanîzmaya derê gilower mîma mîmarîya  Hîlar Çayonu ye. Lê belê...

Şikeftên Hîlarê

Mezopotamya dergûşa însanîyetê ye. Di dîroka însanîyetê da cîhê Mezopotamya pir girîng e. Di nava Mezopotamyayê da jî cihê Dîyarbekir pir girîng e. Li bakurê Dîyarbekir li deşta Erxenî jî ji bona dîroka însanîyetê Şikeftên Hîlarê ye pir girîng in. Çima pir girîng e? Çimkî li vê derê ji bona dîroka însanîyetê pir tiştên girîng hatine dîtin; ev jî Şikeftên Hîlarê ne. Şikeftên Hîlarê li alîyê rojavayê başûrê Erxenîyê ye. Ji Erxenî 7 km dûr...