Nêzîkî deh sal berê bû… Mala me li navçeya Serêkanîya Ruhayê bû. Havîn bû, dinya gelekî germ bû. Bavê min Seyda Mela ‘Eliyê Êzdarî ji me re go: “Hûn hene gelo, em herine Doğubeyazîtê (Bazîdê), serdana Şêx Ehmedê Xanî bikin?” Min, navê Şêx Ehmedê Xanî ji zû de bihîstibû. Piştî xilaskirina Qur’anê, bavê min ‘Eqîda Îmanê bi min dabû xwendin. Dûvre di havînên salên 90an de ez diçûm medresê, min li wir Nûbihar jî xwendibû....