Mele Huseynê Batêyî û Mewlûda Kurdî

  Mele Huseynê Batê (teqrîben 1670-1750);  dayîgbuna wî bi rastî tam nayê zanîn lê belê şair; di Hemayîl a xwe de behsa Mîrê Cilemêrgê İbrahîm Begê, înayetu hîmaya wî deke. Îbrahîm Beg jî 1695-1745  jîyaye. 1701 de buye Mîrê Cilemêrgê o Medreseya Meydanê bîna kirîye. Mela jî di wê medresê de muderrîsî kirîye. Bo evana jî mumkîn e ku Mela, di navbeara sala 1670 u 1750 an da jîyaye. Edebîyata Dîwanê a Klasîk a Kurdan...

Bi Dr. Îdrîs ‘Ebdullah Re “Li Ser Fikra Qewmiyetê Li Ba Şêx Ehmedê Xanî” Hevpeyvîn

Kelhaamed: – “Bi navê Xweda. Mamosta, ji ber we me neşikand, teklîfa me ya hevpeyvînê qebûl kir û deriyê xwe li me vekir em rêz û îhtîramên xwe pêşkêşî cenabê we dikin. Di destpêkê de ji bo xwendekarên me hûn dikarin bi kurtasî xwe bidin naskirin?” Îdrîs ‘Ebdullah: – “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm. Hûn bi xêr hatin, serçava re hatin. Navê min Îdrîs ‘Ebdullah e. Li ser kilasîkên edebiyata Kurdî diktora min heye. Li Zankoya Selaheddîn a Hewlêr...

Di Pey Keramet û Zîyaretekê de Fêhmkirina Şêx Ehmedê Xanî -1

Nêzîkî deh sal berê bû… Mala me li navçeya Serêkanîya Ruhayê bû. Havîn bû, dinya gelekî germ bû. Bavê min Seyda Mela ‘Eliyê Êzdarî ji me re go: “Hûn hene gelo, em herine Doğubeyazîtê (Bazîdê), serdana Şêx Ehmedê Xanî bikin?” Min, navê Şêx Ehmedê Xanî ji zû de bihîstibû. Piştî xilaskirina Qur’anê, bavê min ‘Eqîda Îmanê bi min dabû xwendin. Dûvre di havînên salên 90an de ez diçûm medresê, min li wir Nûbihar jî xwendibû....

Şêx ‘Elîyê Herîrî-2

MEXLESÊN WÎ: Weke ku em dizanin di edebiyata kurdî ya klasîk de her helbestvanekî mexlesek an jî gelek mexles di berhemên xwe de bi kar anîne. Mînak çawa ku Melayê Cizîrî mexlesên “Melayî” û “Nîşanî” bi kar anîne, Feqiyê Teyran jî “Feqî”, “Miksî” û “Mîm” û “Hê” wek mexles bi kar anîne. Her wiha Şêx Eliyê Herîrî jî di helbestên xwe yên niha di destê me de, sê mexles bi kar anîne. Di her helbestek...

Stêrkên Asîmanê Botan-Mela Ehmedê Êrsî

Salên paş herba cihanê ya ewil: çawa tê zanîn di van salan de li her derê welêt tirs, xela, feqîrî û perîşanî bandora xwe bi giranî danîbû li ser vî gelê belengaz. Li alîyekê xela û xizanî, li alîyekê bê tifaqî û dijberîya axa û eşîrên herêmê, li alîyê din jî zilm û zordarîya dewletên nijadperest; bi taybet li erdnîgarîya kurdistanê, bêhn û nefes li gelê herêmê çikandibû. Dewletên nijadperest ên li ser xirbê imparatorîya...