Çibikim ji Dunya Xalî

Derd û ğemê min gelekin, der û dorê min ma xalî Gund û bajarêm vala bûn, deşt û zozan mane xalî Ez mam tenê li van wara, dost û heval bi karwanî Yek bi yek bar kirin û çûn, çibkim ez ji dunya xalî Hatin zozan şa’lûr û kew xwendin şi’ra beste beste Lê hezîn im bar dikin lew, baz û bulbul deste deste Kî şehîd çûn, kî ‘âlim bûn, li paş hiştin aşîyanî Çewa...

Çi Bikim ji Vê Dinê

Dilê min bû birîne Çavê min hêsrê xwîne Ber çavêm reş e jîne Ezê çibkim-j vê dinê Bihar li min nepirsî Kulîlkê min çilmisî Goştê canêm helisî Ezê çibkim-j vê jînê Hesreta te min pîr kir Herdû çavê min kûr kir Dilêm birîn û şûr kir Ezê çibkim-j vê dinê Erd ji tîna qelişî Dinya-j zilmê felişî Çar hawira êrîşî Ezê çibkim-j vê jînê Heqê jînê nehiştin Bi zilm û zorê kuştin Dinya-b agir biriştin...

Jiyana Xortê Bawermend û Mirina Wî

Xortekî ciwan jîyana xwe li ser heqqiyê di rêya Xweda û Resulê wî da didomand. Dost û hevalên wî gelek jê razîbûn, di nava hevalên xwe de pir dihat hezkirin. Mîna her însanî ew jî di vê dûnyaya fanî de di  îmtîhanê da bû… Xortê ciwan rojekê nexweş dikeve û êş û elemê wî lê zêde dibin, wî radikin nexweşxanê. Gelek tetkîk û tehlîlan digirin, lê belê tu çareserî ji êşa wî re peyda nabe....