Hevalên Şikeftê

Di kitêbên hedîsan da qisseyeke ku bi navê “Qisseya Şikeftê” tê zanîn qisseyek heye. Vê qissê Buxarî û Muslim bi hev re neqil kirîye. Abdullahê kurê Umer vê qisseyê ji Resulullah (s.x.l) guhdarî kirîye û ji me ra neqil kirîye. Resûlê Xweda wiha gotîye: Ji umetên berê 3 kesên ku îman bi Xwedê anîbûn derketin rewîtîyekî. Dema êvar bû ji bona bi şev bimînin ketin şikeftê. Wexta ketin şikeftê kevirekî gelek mezin gêrr bû û...

Ya Rabbî! Em bê kes in, kesî me tine, kesê bêkesan tu yî, bira îsal jî berf û baran nebare…

Di zivistanê de seqem û serma çêdibe. Mâlum e di van  rojan de jî  berf pir dibare maşallah. Berf paqijî ye, berf bereket e, berf xêr û xizne ye… Lê  belê bi rastî jî zivistan ji bo feqîran gelekî zor û zehmet e, ji bê kesan re pir zor e û giran e. Zivistan ji bê malan ra; ew kesê ku bê xweyî û bê mal in ji wan re, pir zehmet e. Ji bo...