Çêlîka Devehê

Rojekê heywanên daristanê mêze dikin ku rovî bi lez û bez ji daristanê direve. Rovî didin sekinandin û jê pirs dikin: – Gelo çi bûye? Tu çima direvî? Rovî dibêje: – Şêr ferman li deveyan rakirîye. Ez loma ji daristanê derdikevim. Heywan dibêjin: – Ma çi li te qewimîye? Tu ne deve yî, tu rovî yî. Rovî dibêje: – Ez jî zanim ez rovî me. Lê belê zeman xirabe. Fesadekî bibêje ‘ev ne rovî ye,...