DAYÊ DAYÊ

    Dayê dayê noşîcanê, dayê dayê dilûcanê Barê giran nehilgirtî, kesî wek te li cîhanê Tu Asîye hem Hewayî, ca enbîyaw ewlîyayî Bi ‘îffet û pir ‘heyayî, dayê dayê ez heyranê Tu Meryema ‘Îmranîyî, ca ‘Îsayê Suryanîyî Bi fitreta Rehmanîyî, dayê dayê dilûcanê Tu Xedîcetul Kubrayî, tu Fatîmetuzzehrayî Sumeyye û Sumeyrayî, dayê dayê bargiranê Tu Zeyneba Kerbelayî, tesellîya her belayî Bi ezyeta mubtelayî, dayê dayê bargiranê Ez muhtacê şefqeta te, bi hesret û meraqa...

Dayê!

Xudayê Heq bibarîne Li te tim rehmetê Dayê! Bi Lûtfa xwe biğefrîne Te bêxe Cennetê Dayê! Tevên Pêxember û qencan Ji te re bêxe Mehdervan Nebînî îdî qet derdan Di warê axretê Dayê! Te jî barkir ji vê dunyê Ji warê te’de û nefyê Ti çuyî menzela heqyê Diyarê wesletê Daye! Liser çûn û wefata te Dilê min jar û berbate Nizanim kengê têm bate Jiwarê firqetê Dayê! Te ez hiştim yetîm û jar Di...