Gurê Manco

Li welatekî daristaneke mezin hebû. Di vê daristanê de bi hezaran heywan di nav nebat û darên reng û reng de bi kêf û xweşî jiyana xwe dewam dikirin. Rojekê bi navê Gurê Manco heywanekî derket holê û li ser daristanê wek xezebê barîya. Gurê Manco bi kêfa xwe derdiket seydê û dilê wî çi heywanî bixwaze wê heywanê seyd dikir û dixwar. Tirs û xofekî mezin xistibû nava heywanan. Êdî kes nikarîbû bi tena...

Xwedîyê Baxan

Ellah Rebbê me ye, her hebû û wê her hebe. Carek ji caran, demek ji deman. Du cîran, zilamê malan, weke şêran, serê sibehan, diketine rêyan. Heya digihêne bağ û rezan. Dixebitîn, dibetilîn… Carna birçîbûn, tîbûn, êş û birîn… Carna jî xweşî, dilşadî, kêf û şahî… Bi vî awayî wext derbas dibû, roj dihilat, dîsa ava dibû, dewran dizîvirî, demsal diqûlibî û helbet ‘umir jî diborî. Rojek ji rojan, nexweş ket yek ji wan. Hal...

Çend Çîrok ji bo Zarokan

CEDYÛYÊ KÊM’EQL Cedyû bizineke biçûk û gelekî xweşik e. Ji gerê û ji rapeliqîna çîyayan pirr hez dike. Lê belê bêhizr û tênegihîştî ye. Bêyî ku bifikire, bê fikar û tevdîrê her tiştî dike. Rojekê ji bo lîstika gogê wî û hevalê xwe li hev kirin. Dema ku gihaştin qada lîstikê ya daristanê, Cedyû berîya ku lîstik dest pê bike pirr bi hêz li gogê da. Gog pirr bi dûr ket. Herrikî heta ku kete...

Çîroka Zimanekî Serjêkirî

  1. Zemanek hebû Zimanek hebû di devê zilamekî de Di devê bi hezaran bi milyonan Li bakurê dinyaya kulek… Di jiyana dinyayê de, ji mêj ve dihat Ber bi dahatû ve dimeşiya Meşiya meşiya bi sedan bi hezaran salan Gelek rûbar dîtibû, gelek qonax gelek mîr Gelek axa dîtibû gelek şah, gelek emîr Gelek rênas dîtibû gelek geda gelek şa’îr Di gelek merhaleyên xewş û geş bihurîbû Kesî derîyê xwe lê negirtibû, Qedrê qelema...