Meseleya Gayê Axê û Bizina Pîreka Jinebî

Tê gotin ku li gundekî axayekî maldar hebûye. Gelek pez û dewar û gayê evî axayî jî hebûne. Rojekê ji rojan gayekî axê nexweş dikeve û dikeve ber mirinê. Qewraşên axa baz didin kêrê tînin. Û hingî ku dilezînin gava ga ser jê dikin girêka zengilokê bi gewdê ga re berdidin. Paşî diçin tiştên qewimîye ji axa  re dibêjin. Axa ji qewraşên xwe re dibêje: – Zûka herin ji mela bipirsin gelo piştî vê bûyerê...