Jiyana Xortê Bawermend û Mirina Wî

Xortekî ciwan jîyana xwe li ser heqqiyê di rêya Xweda û Resulê wî da didomand. Dost û hevalên wî gelek jê razîbûn, di nava hevalên xwe de pir dihat hezkirin. Mîna her însanî ew jî di vê dûnyaya fanî de di  îmtîhanê da bû… Xortê ciwan rojekê nexweş dikeve û êş û elemê wî lê zêde dibin, wî radikin nexweşxanê. Gelek tetkîk û tehlîlan digirin, lê belê tu çareserî ji êşa wî re peyda nabe....