Şehîd Şêx Seîd: “Micadeleya min ji bo Xwedê û dînê wî ye”

Şêx Seîdê ku bi gotinên xwe yên “Ez natirsim ku li van sêdarên bêqiymet bêm daleqandin. Muheqqeq micadeleya min ji Xwedê û dînê wî ye.” di 97emîn salvegera destpêka qiyamê de bi rehmet tê yadkirin. Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29ê Hezîrana sala 1925an de ji teref Mahkemeyên Îstîklalê yên Şerqê ve hatin îdamkirin. Ji ser şehîdbûna wan 97 sal derbas bûn ku îro salvegera destpêka qiyama wan a ji bo Xwedê ye....

Qiyama Şêx Se’îd Efendî

Şêx Seîd Efendî (wîladet: 1865 Palo, Elezîz, wefat: 29 Hezîran 1925, Amed), şêxê Nakşibendî ye û tê gotin ji malbatek Seyîd e. Rêberê Kurda Şêx Seîd, muderris, sofî, mufessîr û muhaddîs, serokê serhildanê bû ku navê wî li wê serhildanê hat dayîn. Heta niha li ser qiyama Şêx Se’îd Efendî gelek tişt hatiye gotin. Kesên dindar dibêje sedema qiyamê, ji ber rejima kemalîst, piştî Lozanê li dijî dîn tewra xwe danî û êdî dijminantî bi...

Muhemmed…

Ji wexta ku welidî Ji ummet ra seyyidî Muhemmed zarvê xweşik Hez dikir kê wî didî Şivantî û tîcaret Kir bi berke’w emanet Muhemmed xortê delal Ji Hatice’r bû qismet Hat xitaba îlahî Ji her kesan re ronahî Muhemmed zilamê qenc Wesîla adl-û şahî Da’wet dikir Îslamê Tu car neket ji kamê Muhemmed Resulê heq Ne xwest mal û meqamê Muşrîk û Yahudîya Wî xistin her tengiya Muhammed merivê mêr Tim muzaffer bû’l pîya Dînê...

Li Ser Qetlîama Sûsa û Straneke ku li Ser Hatiye Hûnandin…

Gelî xwendevanên delal! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide em dixwazin di vê jimara kovara xwe de xwe berdin deşta Farqînê, biçin gundê Sûsa û sitraneke ku li ser qetlî’ama Camîya Gundê Sûsa hatiye hûnandin teqdîmî we bikin. Her wekî ku hûn jî dizanın Farqîn ango Meya Farqîn di tarîxa Îslamê de wek merkeza Kurdên Merwanî tê zanîn. Di vê merkezê de dewleta Merwanîyanîyan teqrîben sed sal hukum kiriye. Di hengama hukumranîya Merwanîyan de...

Ji Dek û Dolabên Jinan Xwe Bispêrin Xweda

Tê gotin ku di demekê de zilamekî û jina xwe dipeyivin, der heqê meseleyekê de… Pîrek di dawiya axaftina xwe de dibêje ji dek û dolabên jinan jî xwe bispêre Xweda. Zilam bi vê gotinê aciz dibe û ji jina xwe re wiha dibêje: -Îja ev çi gotine? Ma jin karin çi bikin? Li bal xwe wek biçûk dibîne. Jinik jî dengê xwe nake, lê belê di dilê xwe de dibêje ; kero kero, tûyê...

Nesîhetên Bedî’uzzeman Mela Se’îdê Kurdî

Seydayê Bedî’uzzeman çend nesîhet ji Kurdan re bi şeklê meqalê û bi zimanê Kurmancî di wî zemanî de nivîsandiye. Vê meqala wî, wî zemanî di Kurt Te’awun ve Teraqqkî Xezetesî, hejmar: 1, sehife: 7, 22 Teşrînê sanî 1324/5 Aralık 1908 de bi navê “Bedî’uzzeman Se’îdê Kurdînîn Nesaîhî” bi herfên ‘Erebî hatîye weşandin. Me jî ev nesîhet, ji bo ku bê fêmê çend cî xaric, wekî dinê orjînaltiya zimanê wî muhafeze kir, hinik kelîmeyan di nav...

Şêx Muşerrefê Xenûkî: Derdê Bêderman Fîraq e…

Derdê bê derman fîraq e ew bi mislê îhtîraq e Ew didit xelqê fîlaq e rahetî vê ra fena ye   Diçite xelqê-b kîlab e ew diket sîne qîlab e Kes niza ew çi ‘îtab e rehm û însaf cem ğela ye   Mislê dojê ew ‘ezab e ew diket cergan kebab e Her diket qehr û şîtab e  rûh diket-j qalib cuda ye   Ne ji yek ne ji hezaran her wekî celladê daran...

Ziman û Reng ji Ayetên Xweda ne…

Xweda Te’ala temamê mexluqan xuluqandîye û wan li hev ‘edilandîye. Heq û huquq û têkilîyê wan di şerî’eta xwe ya wehyî û fitrî de bi cîh kirîye. Reng û ziman ji bo naskirinê ji hev cûda daye însan. Ne ji bo ku însan li ser wî tiştî li serê hev meznantîyê bikin. Ti kes li ser kesekî din mezintir û bi qîmettir nîne. Belê qîmeta herî mezin li ba Xweda bi teqwayê ye. Di teqwayê...

Zimanê Dayikê-1

Têgeha Zimên Nî’metên ku Xwedayê Te’ala dane însên, bi jimarê nayên hesab û qedandinê. Lê belê ji wan ên ku însan ji heywanan cûda dikin, ‘eql û raman in û ji wan re jî hunera axaftina taybetmendî ye. Ê vêya pêk tîne jî ziman e. Ji bo ziman bi hezaran tarîf hatine kirin. Bi kurtî ziman yanî lîsan, wasîteya ku fikr û raman û bihîstinên însanan eşkere dike. Yanî ziman, jibo lihevkirin û têkiliya însanan...

Dîkê Varik

Li gorî me bihîstiye, dibêjin rojêkê ji rojan dîkê varik, ji ê mezin re dibêje: “Êdî ez jî mezin bûme, dixwazin îro ez azan dim, xelkê serê sibehê rakim, bila her kes here ser karê xwe.” Dîkê mezin dibêje heyran,  vî karî karekî zor û zehmet e, ne wekî tu zen dikî hêsa(rihet) ye. Dîkê varik, îsrar dike, dibêje: “Ka tu şevekê bispêre min û temaşe bike, ez karim an na tu yê bibînî.” Di...