JI GOTINÊN PÊŞIYAN

JI GOTINÊN PÊŞIYAN

BEXÇÊ ZAROKAN - Amade: Fexredîn Şemrexî

Tirî bi sebrê dibe helaw: Evya gotina pêşiya ye. Li ser qîmeta sebrê hatiye gotin. Gava meriv karek kir, karê meriv jî heger wê zû bi zû bi dawî nebe, tiştê meriv dixwaze ewê piştî demeke dirêj peyde bibe, lazime meriv li ser wî tiştî sebir bike. Xwe aciz neke. Lewra tirî heta ku dibe dims, gelek tişt tên kirin. Îja ji dimsê helaw jî çi bibe, hewceye meriv li serê sebirkêş be.

Destê xwarinê dirêje: Evya jî îdyomeke. Ji bo rewşa li ser xwarinê tê gotin. Gava xwarin tê ser sifreya li erdê, gelek xwarin li cem hev datînin. Kesê bixwaze tiştekî bixwe, lazime destê xwe dirêjî hêla ne ber xwe jî bike. Yan na ewê birçî bimîne. Divê xwe ji vêya venekşîne. Heger destê xwe dirêjî hinek tiştên xwarinê bike, ev ne eyb û qisûre. 
Zarokên hêja! Em vana jî ellimîn. Niha emê ji heyata pêxember qismekî din ji we re bidin. Hûnê xweşik bixwînin û cewaba pirsên wan jî bidin. Wun dizanin, ewê nexweşiya koronayê rojekê bi dawî bibe. Heta wê çaxê lazime hûn li paqijî û sihhet û silametiya xwe miqatebin. Li derve bê maske negerin. Her weha dîsa li xwendina xwe, li limêj û Qur’ana xwe jî baldar bin. Li dersê xwe bişuxulin. Lewra mekteb dîsa dest pê dikin. Emê heyata pêxemberê xwe jî bixwînin. Xatirê dê û bavê xwe zanibin. Dilê wan nehêlin. 
Heta hejmareke din, emanetî Xwedê bin, bimînin di xêr û xweşiyê de, bi xatirê we.


Ê Berê ÇIMA TU NABÎ MÊVANÊ KESÎ?
Ê Li Pey Çil Çirayên Îslam Ji Mela 'Ebdulkerîmê Muderrîs

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.