ÇIMA TU NABÎ MÊVANÊ KESÎ?

ÇIMA TU NABÎ MÊVANÊ KESÎ?

HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE

REÇETA KURDAN:

HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
ÇIMA TU NABÎ MÊVANÊ KESÎ?
‘EBDUSSAMED HILMÎ
 
Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
S: - “Ev serê salkê, du sala ye bi herkesi re dîndarî û meyla heqiyê peyda bû ye. Hetta dizên me yên Gevdan û Memhûran jî bi nesîhetek Şêx Ehmed bûne sofî.
وَقَدْ قَطَعَ الطَّرِيقَ عَلى الشَّقاوَةِ هَذالمَيَلانُ
Yanî: Vê meyla bi bal heqiyê ve riya xerabiyê birriye.” Ev çewa çêbû?
C: - “Bi saya îrşadkeriya şûraya şer’î û şêxîtiya Rîsaleê Nûr çêbû.” Dema ku hukum ket destê şûrayê û deselata seltenetê bi dawî bû “werîsê dîn lebitî” hissiyatên Îslamî hişyar bûn. “Îslama ku wek ‘urwet’ul-wusqa ya nûrani ye, yanî wek qulpa zexm a nûranî ye hereket lê ket.”
Dema însan ji zexta xelasbûn mejiyê wan, îdî bi hawakî hurr dest bi fikirandinê kirin, hêdî hêdî hissiyatên Îslamî hişyarbûn. Muşkîla ‘alemê jî a Kurdistanê jî ev e. Dema zordestî û te’de û zext ji holê rabin di nav ‘alema Îslamê de kesê ku xwe bide dora zaliman wê ya nemînin yan jî wê gelek kêm bibin ku tu te’sîr ji wan re namîne. Hêz û hereketên zalim bi zor û hîlan însanên me li dora xwe civandine. Di vê hawrê de însan dibin wek gur û çeqel û rêvî û sîxuran. 
Bingeha Rîsaleê Nûr û saziyên ku li ser vê bingehê hatine avakirin di azadkirina mejî û fikran de û di sazkirina şûraya şer’î de dewreke girîng pêk tînin.
Piştî ku mejiyê însana azad bû “îdî her muslumanî fêm kir ku ew ne serberdayi ye, bi berjewendiyên muşterek yên ummetê û bi qenciyeke xalis, bi biratiya Îslamê bi hinekî dî ve girêdayî ye. ‘Umûm ‘alema Îslamê wek ‘eşîrekê bi hev ve girêdayi ye.”
Bi sîstema şûraya şer’î ev şi’ûra yekîtiyê hişyar dibe.
“Mesela çewa ku di ‘eşîrekê de zilamek qenciyekê bike hemî ‘eşîr bi wê şerefê şanaziyê dike, dibe hissedar. Ew qencî bi yek qenciyê tenê namîne, wek muma ku di hezar ‘eynikan de xuya dike û bi hezaran zêde dibe, qencî jî nûr û quwetê dide rebta jiyana ‘eşîrê.”
“Her wiha ji ‘eynî ‘eşîrê kesekî dema cînayetkî bike hemî ferdên ‘eşîrê pê tên tometbarkirin. Mesela zilamên ku di vê meclisê de rûniştîne heger bi hev ve girêdayî bin û yek ji wan xwe bavêje nav çirravê, wê hevalên xwe jî yan bi xwe re bavêje navê yan jî wê wan bihejîne û ‘aciz bike. Ji ber vê yekê gunehek bi tena serê xwe namîne, belkî bi hezaran guneh jê çêdibin. Yek xêrek jî di keve hukmê vê ayetê:
كَمَثَلِ حَبَّةٍ اَنْبَتَتْ سَبْعَ سَنابِلَ فِي كَلِّ سُنْبُلَةٍ مِئَةُ حَبَّةٍ –بقرة: 261
Yanî: “Wek liba ku heft sunbul jê çêdibin, di her sunbulekî de jî sed lib hene.” -Beqere: 261-
“Îdî, ji ber vê nukteyê ye, kesê ku fikren yan rûhen hişyar bûbe xwestina girî pê re peyda dibe, dixwaze bigrî, bi behanekê digrî û tobe dike. Lakin ew ‘eqlê ku li serê minarê ye sebebê giriyê bin bîrê nabîne.”
Sebebê dîndariyê, rabûna zordestiyê ye. Bes kesên deselatdar vêya nabînin. 
“Elhasil, Îslam hişyar bû û hişyar dibe. Xelk jî qenciyê qenc, neqenciyê jî neqenc dibîne.”
“Ha, ew tiştê ku van ‘eşîrên van newalan kiriye tobedar ev sirr e. ‘Alema Îslamê hêdî hêdî dikeve bin tesîra şurayê û vî tiştî kesb dike. Lakin ji ber ku hûn dûrî bajar û merkezê ne, fitreta we ya eslî zêde xeranebû ye, hûn nêztirî dînê xwe ne.”
S: - “Mêvanperwerî ‘adetkî me yî qenc e. Tu jî vêya zanî. Çima tu nabî mêvanê kesî? Tu men’a telebeyên xwe jî dikî ku nanê me bixun û hedyên me bigrin. Hal ew e gerk em qenciyê bi we bikin. Evêya deynê me ye û heqê we ye. Vî ‘adetê me 
قَدْ اَكَلَ الدَّهْرُ عَلَيْها وَ شَرِبَ
(Yanî) bi sed salan wiha dewam kiriye. Îdî bû ye wek perçekî ji canê me. Vî ‘adetê me yê ku berdewam e em hînî wî bûne û qenc e çima tu ji me qebûl nakî, wî tezyîf dikî, biçûk dibînî?”
C: - “A yekem: ‘Ilim ‘ezîz e, ez naxwazim wî zelîl bikim.” Bi tewrê nelaiq ez naxwazim qedrê wî bişkînim. “Û hem ez dixwazim nîşanî we bidim ku ji ehlê ‘ilim hinik kes tenezzulî dinyayê nakin, sen’etê ‘ilim nagerînin wasita me’îşetê. Telebe jî ji cerrar û parsekan cuda ne.” Ji ber ku ez bi ‘ilim re meşğûl im ‘ezîz im û û naxwazim di şexsê xwe de ‘ilim zelîl bikim. Telebeyên ‘ulûmên dînî jî ne parsek in û çavên wan ne di malê xelkê de ye. Loma ez nahêlim.
“A duyem: Min xwest ez nesîhetekê bikim li wan memûrên ku di nekirina wezîfê de qena’eta wan heye, lê di me’aşê ku distînin de qena’eta wan tune ye, di gel ku heqriya wan heye jî ji mêvandariyê xwe paş de nadin.” Bira vana wezîfa xwe bikin, bi me’aşê xwe qena’etê bînin û di rêwîtiyê de bira nebin bar li xelkê.
“A sêyem: Hinik kesên mezin û lipêşhatî ku bi zulmê mal dicivandin û di serfkirinê de jî îsraf dikirin îdî rê li ber wan hatiye girtin. Nikarin wek berê mal bicivînin. De îja ez dixwazim rêgirtina li mesrefê zêde nîşanî wan bidim.” Da ku wek min hînî qena’etê bibin.
“A çarem: Kesên ku di nav muslumanan de seyahet dikin, gelo ji bo millet digerin yan ji bo kêfa xwe digerin? Ez dixwazim qeysekê, mehengekê bidim nîşandan da ku ê ji bo kêfê diğerin û ê ji bo xizmetê diğerin ji hev werin naskirin.” Ê wek min ku tişkî ji xelkê naxwazin, ji bo xizmetê diğerin. Ê din jî meqseda wan ne xizmet e.
 


Ê Berê
Ê Li Pey JI GOTINÊN PÊŞIYAN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.