Di Dîroka Îslamê da Dewletên Kurd/Dewra ‘Ebbasîyan -2

13- MEZYEDÎYAN (1012-1150): 138 sala hebûna xwe parastine. Destpêkeka Koçerin. ‘Hîlle ji xwe re navend girtine. Di kona da jîyane. Mezhebê wan; şî’î-îsna-‘eşerî ne. Jibo vê yekê di nav Kurdê Sunnî da zêde nehatine qebûlkirin û naskirin. Wan jî teqiyye kirine, xwe ‘Henefî dane nîşandin. Carna bi Kurdê din û Tirkara şerrê giran kirine… Mezyedî, ji nesla Kurdên ‘Ennazî tên. Lê dirokvana eva veşartine. Xanedanê Mezyedîyanî pêşeng û damezîran; Ebul ‘Hesen Sened-du-Dewle ‘Elî, eslê xwe...

Di Dîroka Îslamê da Dewletên Kurd/Dewra ‘Ebbasîyan -1

 Dîrokvanên Misilman, di qeyd û nivîsên xwe da, Kurd carna qet nedîtine, carna piçûk kirine, carna jî guherandine bi qewmekî dinê cûda ve. Gelek şaxên Kurdan li hêvîya ronayîkirinêne. Di vê xisûsê da, ji nû da gerek li qeyd û arşîvên ğerbîyan, zêdetir jî li arşîvên Watîkanê were nêrîn. Lewra Ğerbî ze’f li ser milletên Misilman xebitîne, me’lûmat û îstîxbarat berhev kirine, şandine navendên xwe. Li ser Kurdan jî zêde xebitîne. Loma îro ne li...