Bi Quwwet û Bedewiya Xwe Zimanê Kurdî

Ji ber ku jiyan ji dîn, ji bîr û bawerîyê şekil distîne di jiyana beşer de tiştê herî muhîm dîn e. Dîn jî bi ziman tê teblîğkirin û jiyanê dibîne. Quran dibêje: “Ji bona hûn ‘eqil bikgrin Me ew, Qur’aneke ‘Erebî nazilkir.” –Yûsuf: 2- “Ji bo ku ji qewmê xwe re bibêjin me her pêğemberî bi zimanê wî qewmî şand.” –Îbrahîm: 4- Rebbê ‘Alemê bi şandina pêğemberan û nazilkirina wehyê re bala muminan dikşîne bibal...

Di Jiyana Nûjen de Kevneşopiyên Me

Di hebûn û xwenîşandana qewmekî de ‘urf, adet û kevneşopî girîgntrîn nîşan in. Ev jî ji nişkê ve û bi carekê çênabin. Bi derbasbûna zeman û dewran wek tecrubeyên jiyanê peyderpey ji teref însanan ve tên qebûlkirin û bi cî dibin. Hinik ji wan herêmî û qewmî ne. Yanî di nav jiyana civakî de bi şeklekî tebî’î ji wê erdnigariyê peyda bûne. Hinik jî dînî ne. Yanî mesela piştî qebûlkirina dînê Îslamê di nav wan...

Di Medresa Şêxê Xanî De

Hin neqdê fenaê di guhorrin bi beqaê Hin neqdê wucûda xwe dikin bê bedil efna   Her yek bi wucûda xwe wucûda te dixwazit Bilcumle xerîdarê cemala Te ne heqqa     Kesayeta edebi ya Şêx Ehmedê Xanî çewa ku medrese ye ji bona edebyata Kurdî her wiha kesayeta wi ya ‘ilmî, fikrî û ‘emelî jî medrese ye ji bona Kurdan bi giştî. Di medresa wî de Mem û Zîn, Nûbihar, Rîsala ‘Eqîdê û Dîwana...

“…Hawîrdorê Wê Pîroz…”

Xwedî derketina li nirxên beşerî nake lazimê xwe ku Kurd dev ji nirxên xwe yên bîr û baweriyê berdin. Hetta nirxên ‘eqîda Îslamî nirxên beşerî qewîntir dikin, kedî dikin. Çand û ziman û ‘urf û ‘adet û welat û hemî nirxên beşerî her daîm bi Îslamê pêş ve çûne. Kurd bi xwedîderketina li qîmetên (nirx) xwe, kiyana (dezge) xwe, mewcûdiyeta xwe dixe holê, îsbat dike. Qîmetên Kurdan ne taybetmendiyên irqî bi tenê ne. Wek ziman...

MEWLÛDA KURDÎ DI CIVAKA KURDÎ DE

Yek ji wesîleyên herî bi quwwet ku hezkirina Resûlê Ekrem ‘eleyhîsselat û wesselam di civaka Kurdan de daîm germ hiştiye mewlûd e. Her wekî tê zanîn hezkirin, yani mehebbet havênê kaînatê ye. Xweda hez kir kâinat xuluqand. Ji bo ku me’na Kaînatê temam bibe Resûlê Xwe xuluqa­nd, jê hezkir û Ew kir Hebîbûllah. Ji muminan jî xwest ku jê hezbikin û salawatan li ser bînin û vê hezkirinê gerand şertekî îmanê. Jiyan û ziman û...