Mişextî û Koçberîyên Kurdan

Gelê Kurd; di dîrokê de li derdora Mezopotamya yê bi hezar salan e muqîm, milletek bingehî û qedîm e. Ji alîyekê de bi destê dagirker û zordarên cîhanê ji alîyê dî jî herêma Kurdistan gelek caran jî bi mişextî koçber bûne. Bi hezaran sirgûnê dervayê welat, mecbûrê xerîbîyan bûne. Meriv dikare bêje li Kurdistanê “înkar, red, îmha, înfaz û mişextî” tiştek qedîm û dîrokî ye. Medenîyet û dewletên li Kurdistanê hakim bûne; jibo îqtidar, îdare...

Kê û çi ji bîr kirin?

Wê çaxê, jibîrkirin! Kê û çi jibîrkirin? Li gorî ewrûpa Ewrupa; gellê cahil, nezan, tazî u birçî, bindest û belengaz yanî kesê dervayê dewr û dunyayê (?) gelek tiştên xwe yên xas, yên bav u kalan, yên hezar salan jibîrkirin. Ewwil ziman jibîrkirin. Paşê  din û diyaneta xwe  jibîrkirin, ‘esl û neslê xwe jibîrkirin. Ji dê û bavên xweyên belengaz şermkirin,  revîn û dûr ketin. Paşê  jî di  nav fuhşîyat û îsrafa ‘esrî de winda...

Îro Sikûtkirin Sibê Zillet e

 Çerxa dunyayê, ehwalê dewlet û milletê musulmanan ji hêla silametîyê zêdetir ber bi rexê fitne û fesadîyê ve diçe. Temamê teşkîlatên cîhanê, behsa qencî û medenîyetê dikin, lê belê xebata wan ji xirabî û cehaletê re xizmet dike. Her wekî Ewrûpa, wekî Koma Milletan û Emrîqa. Kesên ehlê îman û însafê, ehlê Xweda, ehlê îlmê; roja giran, roja fitne û fetretê -ku ew roja jî îro ye- dengê wan qet nayê. Roja xebatên bi mêranî...