Di Pey Keramet û Zîyaretekê de Fêhmkirina Şêx Ehmedê Xanî -1

Nêzîkî deh sal berê bû… Mala me li navçeya Serêkanîya Ruhayê bû. Havîn bû, dinya gelekî germ bû. Bavê min Seyda Mela ‘Eliyê Êzdarî ji me re go: “Hûn hene gelo, em herine Doğubeyazîtê (Bazîdê), serdana Şêx Ehmedê Xanî bikin?” Min, navê Şêx Ehmedê Xanî ji zû de bihîstibû. Piştî xilaskirina Qur’anê, bavê min ‘Eqîda Îmanê bi min dabû xwendin. Dûvre di havînên salên 90an de ez diçûm medresê, min li wir Nûbihar jî xwendibû....

Ni’meta Herî Mezin Îman e…

لِلْإِيمَانِ هَدَاكُمْ أَنْ عَلَيْكُمْ يَمُنُّ اللَّهُ بَلِ : “…Bil’akis ji bona hûn gihandine îmanê Xwuda minnetê li we dike” (Sûretê Hucûrat-17) Rebbê ‘âlemê Xwuda Te’ala, çi minnetek mezin li me kiriye ku em kirine xwedî îman. Lewra îman, ji nav ni’metên ku Xwuda Te’ala dane me, ni’meta herî mezin e. Îman, ronahîya qelb û çe’va ye… Îman, hizûr û sekna qelba ye… Îman, zewqa mestirê ji her zewqa ye… Îman, niʿmetê fanî bi xwe re...

‘Eşq û Evîna Resûlullah…

Muşrikê Mekkê di hesabekî gelekî şaş de bûn. Wan digo qey ewê kâribin nûra Xuda bi tefînin. Lewra bi her awayî bi Resûlê Xuda re mucadele dikirin. Hem teʿde lê dikirin û hem dı xwestin psîqolojîya wî xera bikin. Me’lûm e zarokê Pêxemberê me (s.ʿe.w.) Qasim û ‘Ebdullah hê pir biçûk bûn li Mekkehê wefat kirin. Resûlê Xuda (s.ʿe.w.) ğemgîn bu, kezaba wî di şewitî. Lê belê kêfa muşrika di hat. Ji bona ku zarokên...

Halê Mu’minan Çiqas Xerîb e?

Lewra mu’min gelek dem û carî, di hâlê nexweşîyê de ne. Zulm û zordestîyê dibînin ji neyarên Xudayê Te’âlâ. Hetta gelek carî îmana wan, bi her new’ê musîbetê giran, tê te ceribandin. Mu’min digel ku dostê Xuda’ne jî, dîsa jî gelek carî bindest û ze’îf in. Xizanî û feqîrî, barê sitûyê wane tu di bê qey. Mu’min, di her dewrê dîrokêde bi jimarî ji neyaran kêmtirin. Bi hêz u quwweta xwe jî, tu demî ji...

KURD MUSLUMANTÎYÊ JI XWE RE ŞEREF DIBÎNIN

Îman anîna bi Xweda Te’ala û qebûl kirina dînê wî, ji bo însan bêgûman, nî’meta herî mezin e. Ger mirov Xweda Te’âlâ nas neke û li gorî dînê wî nejî; dixwaze bera dinya tev a mirov be, bêfêde ye. Lewra hebûn û ni’metên vê dinyayê ne ebedî ne. Çiqas maldar û dewlemend be jî, mirov ji mirinê xelas nabe. Muşrikên ‘Erebîstanê serê pêşî, banga Qasidê Xwedê Hz. Muhemmed (s.‘e.w), qebûl nekirine û bi Qasidê Xwedê...