Ji Dek û Dolabên Jinan Xwe Bispêrin Xweda

Tê gotin ku di demekê de zilamekî û jina xwe dipeyivin, der heqê meseleyekê de… Pîrek di dawiya axaftina xwe de dibêje ji dek û dolabên jinan jî xwe bispêre Xweda. Zilam bi vê gotinê aciz dibe û ji jina xwe re wiha dibêje: -Îja ev çi gotine? Ma jin karin çi bikin? Li bal xwe wek biçûk dibîne. Jinik jî dengê xwe nake, lê belê di dilê xwe de dibêje ; kero kero, tûyê...

Dîkê Varik

Li gorî me bihîstiye, dibêjin rojêkê ji rojan dîkê varik, ji ê mezin re dibêje: “Êdî ez jî mezin bûme, dixwazin îro ez azan dim, xelkê serê sibehê rakim, bila her kes here ser karê xwe.” Dîkê mezin dibêje heyran,  vî karî karekî zor û zehmet e, ne wekî tu zen dikî hêsa(rihet) ye. Dîkê varik, îsrar dike, dibêje: “Ka tu şevekê bispêre min û temaşe bike, ez karim an na tu yê bibînî.” Di...

Kulîlka Devê Kanîyê

Dibêjin di demê çûyî de keçikek diçe ku ji kanîyê avê bîne. Li gorî tê fêhmkirin kanî li derveyê gund bûye lê ne pir dûr bûye… Keçik dinerê di devê kanîyê de kulîlkek şîn hatîye. Bêhneke difikire û di dilê xwe de dibêje: niha ez bizewicim û kurekî min çêbibe û wexta ez werim mala bavê xwe zeyî, kurê min were ser vê kaniyê, çav bi vê kulîlkê bixe û destê xwe bavêje jibo wê...

Qey Êzingên Min Ne Heyfin…

Zilamekî di  çîyayekî de bi rêya xwe ve diçe. Dibîne ku merivekî kal, qantira wî li pêşiya wî dimeşe. Ser pişta qantirê jî êzing barkirî ne. Çile ye, der û dor berf e, sar û seqem e ku meriv li piyan qeşa digre… Di wê kêlîyê de di navbera zilam û û ê kal de axavtineke wisa derbas dibe: Zilam: -Xalo! Tu çi dikî? Kal: -Ma tu nabînî ez êzingan dikşînim. Zilam: -Tuyê çi bikî...

Papaxana Tacir û Azadî

Di demekê da tacirekî ji ehlê mala xwe re dibêje ezê herim Hindistanê, ka daxwazîyên we ji min çi ne? Her yek ji min re bêjin ji bo vegerê de dîyarîyên hûn dixwazin ez ji we re bînim. Hetanî ji xulamên xwe jî dipirse ka daxwazîyên we çi ne? Papaxanekî wî jî hebûye, dor tê ser papaxanê wî, jê re jî dibêje: -Gelo ka xwestina te jî min çîyê? Papaxanê wî dibêje: -Daxwazîya min ji...

Minbera Selaheddîn

Berî niha nêzî 800 salan li bajarê Bexdayê xeratekî hebûye, mînbereke pir xweşik ji darên gûzê çêdike, gelekî jî dineqişîne. Nav û dengê wê mînberê gelekî belav dibe. Ji pirî ciyên derûdorê însan tên dîtina wê minberê. Gelekî jî dixwazin bistînin, lê belê vî xeratî dibêje: -Min vêya ji bona Mizgefta Qudsê çêkirîye, ez wê nafiroşim tu kesan. Jê re dibêjin heyran Quds di bin destên fillahan da ye, ka wê çawa mînberê bibî wê...

Meseleya Beres, Keçel û Kor

Di zemanê berê de zilamekî beres, yekî keçel, yek jî kor hebû. Xweda ji bona îmtîhanê melaîketekî ji wan re şand. Melaîket hat ba yê beres, jê re got: -Kêfa te ji çi re tê? Zilamê beres jî got: -Çermekî xweşik ra tê Melaîket destê xwe li ser wicûda wî gerand rihet bû. Melaîket dîsa jê re got: -Ji mal û milk çi dixwazî? Wî jî got : -Ji deveyan hez dikim. Melaîket hebekî deveya...

Mirîdê Jina Xwe

Di zemanekî  da zilamek bi wesayîta xwe dikeve rêyekê, bi rê da ciwanekî destê xwe bilind dike, ev zilamê xwediyê erebê wî digre ereba xwe û diçin. Ê şofêr çavên xwe digerîne ku mizgeftek an jî mobîlekê bisekinin, da ku ji xwe re limêj bikin. Lê belê ê ciwan beriya wî dibêje apo tu li cîyekî bisekinî, me limêja xwe bikira. Gelekî kêfa şofêr tê, tevlî çileyê berf jî li erdê ye, disekinin û li...