Ger Nebit Dil

Dayîna ehlê dilan ger dil hebit Ger nebit dil dê çikint dinya hebit   Heyderê qadir li ser fetha cîhan Îsm û cism nîne eger quwwet nebit   Xwtt û xalên li cemala te heyîn ‘Elem in emma dibêm şu’le hebit   Zulf û biskê te ne sermeste kirin ‘îde û sersale eger selwa hebit   ‘aşiqên çeşme te ey nazikletîf Hey dibin ava heyatê ger hebit   Can dixwazî were da ez can bidim...