Hat girêdan ev dilê me, bi Xwedayê cinn û nas Şerbeta ‘eşqa xwe da me, jê vexwar me, tas bi tas Jê re soz da, û me zanî, bê çi soz me jêre da Me-l xwe kir lewra ji agir hêj ezel da ev kiras Ser rêya ‘eşqa îlahî bûne qurban can gelek Enbîya û ewlîya hiştin ji bo me ev mîras Dergehê ‘eşqê nema vala ticaran yek zeman Her...