Çîroka Şahê Teyran û Qijikê

Havînê hemî çûk jiber germê diçin zozanan. Havînekê Şahê Teyran gazî ‘hemî çûkan dike û tev li hev kom dibin. Şahê Teyran ji wan re dibê: “Gelî heval û hogiran, divê em herin zozanan ka hûn dibên çi?” Hemî teyr vê pêşniyarê dipejirînin. Jiber ku bilbil ji gul û bağan hez dikir, zozan xweş nas dikirin. Her cara ku şah biçûya zozana, jibo hîn bibe kîjan aliyê zozana xweş e, di pêşiya xwe de bilbil...