Li ser Fikra Qewmiyetê ya li ba Şêx Ehmedê Xanî bi Dr. Îdrîs ‘Ebdullah re Hevpeyvîn

Kelhaamed: – “Bi navê Xweda. Mamosta, ji ber we me neşikand, teklîfa me ya hevpeyvînê qebûl kir û deriyê xwe li me vekir em rêz û îhtîramên xwe pêşkêşî cenabê we dikin. Di destpêkê de ji bo xwendekarên me hûn dikarin bi kurtasî xwe bidin naskirin?” Îdrîs ‘Ebdullah: – “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm. Hûn bi xêr hatin, serçava re hatin. Navê min Îdrîs ‘Ebdullah e. Li ser kilasîkên edebiyata Kurdî diktora min heye. Li Zankoya Selaheddîn a Hewlêr...