Jîyan û Gavekî Berî Îdarevantîya Nasruddewle – 2 Di nivîsa me ya çûyî da me behsa jîyan û kesayetîya Nasruddewle Ehmed kiribû. Emê di vê nivîsa xwe da jî behsa jîyan û idarevantîya Nasruddewle Ehmed bikin. Derheqê îdarevantîya Nasruddewle Ehmed ya ku kengî bûye îdarevan û mîrê Dewleta Merwanîyan da gelek rîwayet û birûse hene. Di serî da em karin vêya rihet bibêjin ku Nasruddewle Ehmed hetanî kuştina kekê xwe Ebû ‘Elî Hesen (m,997) li...