Bavê Min

Bê te jiyan zor û sarî, bavê min Roja ronî li min tarî, bavê min Mam e sêwî l-vî diyarî, bavê min Rehma Xweda l-te bibarî, bavê min   Tu ‘aşiqê doza Xweda, bavê min Rojekî xwe jê dûr neda, bavê min Ewladê xwe jêr kir feda, bavê min Te sebir kir li ber derda, bavê min   Ehlê camîw cemaetê, bavê min Dostê heqqîw edaletê, bavê min Dixwest şahîw seadetê, bavê min Boy mu’mina...

Ey Xayînên Serserî

Ey Xayinên serserî Bêdîn û bêbawerî Dîsa we xwe firot kê Kê hûn ji xwe re kirî   Xayinên dîn û millet Hûn bûne êş û ‘illet We wêran kir memleket Bi şiddet û agirî   Ji xizmeta kafiran Têr nabin hûn wek keran Bi emrê wan wek guran Êrîş dikin her derî   Geh karkerên Rûsan e Geh sehên Avrupan e Îro yên Emrîqan e Jê re dikin leşkerî   Dijminên warê xwe ne...

Rêya Azadîyê…

 Rêya azadiya însan Her zeman rêya Rehman e Ji boy bindest û mezlûma Nebîyên wî pêşîvan e   Wekî her dem û her zeman Muhemmed e ji mer rêzan Xelasîya her du cîhan Rêya wîye vê bizane   Dînê Xweda ye ji mer nûr Me tê de her dîye hizûr Yek demê em jê nebin dûr Dûrbûna jê, lew xusran e   Heqq û mafê her însanî Xuda ew kirye nîşanî Bi teqwayê ye meznanî...

Her Tım Zîkr Kên Homerî

Kerg pê haki, bız pê şiti Dar pê peli, gem pê dari Behr pê awkı, erd pê bezri Her tım zîKr kên Homa’ri   Rêy gurên varon varen Verg zuren, paskuvi remen Keku wanen, melı çeren Her tım Zîkr kên Homa’ri   Ser virêni inson mırenu Haywon qaleno vaş çerenu Felek gerena inson mırenu Her tım zîkr kên Homa’ri   Kera teqena vılık bena zergun Wor varena horês teqenu Laser yenu awk xûşena Her tım...

‘Alim Warisê Pêxemberan in…

Ey âlimû xadimê dîn ji te’lîfa heqq re şeyda Mela Ahmed Hilmî bi nav âlimê heq ‘âmil Seyda Di vê dewrê bi rengê te li her warî nabin peyda Ey Seydayê Mela Ahmed Hilmî ehlê wusûl Seyda Di her ana jîyanê de te meşand îxlasek necîb Teleb û daxwazîya tew bi carna ehwalên ğerîb Gazî li Îmam Newewî di ‘umrê  biçûkê ‘ecîb Jibona merteba ‘ilmê gava pêş bu husûl Seyda Di deryê îlmê de meşî...

Îd e  Îro bê Qerar im…

‘Îd e îro bê qerarim ez ji feqda dêmdurê Bê ‘hebîb im bê ‘hebîb im bê ‘hebîb im bê ‘hebîb Herkesek ba yarê xwe meşyan se‘hergahan li rê Pur kebîb im pur kebîb im pur kebîb im pur kebîb   ‘İd e kêf û şahî ye nêv xas û ‘amê ğulğul e Yek yekan ‘aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e Nîne der qelbê me bestek çun ku  mecrû‘h dilkul e Bê tebîb im bê...

Yûsifê ‘Esra Me

Win kîne em dizanin Win mêrxasê cîhan in Di cihê teng û tarî Win diwir da dinalin   Min gotibû win kîne Bi nav win yûsufî ne Navê we her kes zane Ji ber wê pir hejane   Xortê Mûhemmedî ne Gel bi we re dibîne Hebûna wey li dinyê Ji mer azadî tîne   Yûsufê ‘esra anha Gellekî ew hêja ne Xizmeta wanî pîroz Didome di zîndana   Rehma xwedayê rehman Li ser we...

Xewn û Xeyal…

Di quntara çiyê de Li ber tirba Xanî raketim Min xewn û xiyal bûne yek Dîrokek zindî Bi ximam li serê çiya xwîya bû   Agirî! Nîşana xeşyet û heybetê Kahnîyek sor û sipî Li ber çava pêl veda Geh ji xwînê Geh ji agir herikî   Serî berf e Dorhêl deşt û çîmen Warê şivan û gavana Şahidê qe‘hr û ğema Pir borandîye dem û dewran Dikele ji binî ve Hê nehatîye ‘xezebê  ...

Ger Nebit Dil

Dayîna ehlê dilan ger dil hebit Ger nebit dil dê çikint dinya hebit   Heyderê qadir li ser fetha cîhan Îsm û cism nîne eger quwwet nebit   Xwtt û xalên li cemala te heyîn ‘Elem in emma dibêm şu’le hebit   Zulf û biskê te ne sermeste kirin ‘îde û sersale eger selwa hebit   ‘aşiqên çeşme te ey nazikletîf Hey dibin ava heyatê ger hebit   Can dixwazî were da ez can bidim...

Ey gelî milletê Kurmanc xelkê bi i’zzet û îman Ji ğeyrî Îslama ‘ezîz nîne ji mer sitr û eman Ev çi hal e em tê de ne di vê dewra axir zeman Yetîmê ummeta Îslam milletê Kurd xelkê min e Ehlê xaç û agirperest û mel’ûnê hezar salan Ji hevdû re pêşkêş dikin welatê me dikin talan Bi destê rûreşên menhûs bi hîlew dekkê neyaran Îxanet û kêra zingar çikandine sênga min e Li dewsa...