Xelasîya Me Doh Jî Qu’ran Bû Îro Jî  Qu’ran e

Li gorî dîroknasên bi wijdan û bêalî di pirtûkên  xwe de nivîsîne; Piştî ‘Herba Yekemîn a Chanê, neyarên ecnebî bi temamê hêz û qewetên xwe êrîşê welatê me kirine.  Temamê gelan; Kurd, Tirk, Laz û ‘Ereb milên xwe dane hev û bi kal û xortên xwe, bi zilam û pîrekên xwe berxwedan û tekoşîneke bêhempa û destanwarî nîşan dane. Û ewan neyarên ecnebî ji welat derxistine. Lê mixabin piştî di ‘herbê de mizafer bûne wan...

Însanê Ehlê Basîret û Tedbîr…

Dîroka însanîyetê bi civandina serpêhatîyan hatîye avakirin. Yanî ji Hezretî Adem ev civandina tecrûbeya dest pê kirîye heta îro. Her gotinên hatine gotin çîrokeke wî heye. Her wekî ku hatîye gotin: “Pêwiste ku meriv xwe ji, Şemsî şîta (Tava zivistanê), Cîlve-î Nîsa ( Ken û henekên pîreka), Nasîhat-î ‘Ada ( Nesîhetê neyaran ) û Îltifat-î Ûmera (Qîmet dayîn û pesindayîna amiran) biparêze. Di vê nivîsê de emê di derheqê Îltifat-î Ûmera de ji nava jîyanê...

Meseleya Gayê Axê û Bizina Pîreka Jinebî

Tê gotin ku li gundekî axayekî maldar hebûye. Gelek pez û dewar û gayê evî axayî jî hebûne. Rojekê ji rojan gayekî axê nexweş dikeve û dikeve ber mirinê. Qewraşên axa baz didin kêrê tînin. Û hingî ku dilezînin gava ga ser jê dikin girêka zengilokê bi gewdê ga re berdidin. Paşî diçin tiştên qewimîye ji axa  re dibêjin. Axa ji qewraşên xwe re dibêje: – Zûka herin ji mela bipirsin gelo piştî vê bûyerê...

Ma Qey Feqîr Qelîyabûn!

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm Xwendevanên ‘ezîz! Di Ola Îslamê de li ser temamên muslumanê maldar an jî ne maldar pêwîst e ku sedeqe di rêya Xwedê Te’ala de bidin. Lewra di derheqê vê meseleyê de him di Qur’ana Pîroz de gelek ayet hene, him jî gelek hedîsê Resûllûllah ‘eleyhîsselam hatine rîwayetkirin.Tiştê balkêş ev e, ku meriv ji kîjan tiştên xwe yê hêja û qîmetdar sedeqe û xêr bide ewê Xwedê Te’ala jî li...

Wekhevî û ‘Edalet

Dibêjin ku padîşah û heyeta xwe derdikevin seferekî. Di heyetê de pîrek jî hebûne. Yek ji wan pîrekan ducanî bûye. Dema ku çêbûna zarokê wê nêz dibe bi dizî jê heyetê diqete. Dikeve şikeftekî, piştre dereng pê dihesin ku pîrek ne bi heyetê re ye. Hinek ditirsin lê belê gava ku vedigerin cîhê lê bêhna xwe dane mêze dikin wayê pîrekê bi tena serê xwe zarokê xwe anîye dinyayê. Lê dicivin û li halê wê...

Têkoşîna Kerê Pîr û Aqûbeta Gurê Pîr

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm Hebû tune bû ji Xweda mezintir kesekî din tunebû Dibêjin ku li gundekî kerek hebû. Xwedîyê vî kerî gelek kar û îşên xwe pê sererast kiribûn. Lê belê piştî ku kerê wan pîr bûbû xwedîyê vî kerî bê wefa derketibûn û kerê xwe ji malê derxistibûn. Kerê reben jî hingî ku zeîf û kurmî  bibû êdî tu kesî wî nedihewand û qîmetekî ne didayê. Ker rojek ji rojan ji...

Zanîna Qîmeta Bavan…

Zilamekî ku ’emrê wî gelek bi pêş ve ketibû hebû. Û evî zilamî ji wexta xortanîya xwe heta kû pîr jî bibû ji xwarina donera berxê pir hiz dikir. Rojeke dîsa dilê wî pirr diçe donerê. Kurê wî vê daxwaza wî fêhm dike. Û radibin bihevre diçin xwarinxaneke pirr bi nav û deng. Lawik ji xwaringêr re dibêje: “ Ji kerema xwe re ji me re donereke bîne.” Xwaringêr daxwaza wan bi cîh tîne. Zilamê...

Zanîna Zimanê Heywanan Bi Serê Te Ketibû!

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm… Xwendevanên ‘ezîz! Tê gotin ku Rebbê Kaînatê 18 hezar ‘alem xuliqandîye. Wek ‘alem a însanan, ‘alem a cinan, ‘alem a heywanan û hwd. Her ’alemekî jî ji bo ragihandina navbera wan zimanekî daye wan. Lê belê tim û daîm di ’alema însanan de hinek kesan zanîna zimanê heywanan meraq kirîye. Emê di derheqê vê meraqê de çîrokeke balkêş bi we re parve bikin. Hatîye rîwayet kirin ku rojekî Hz....