Çibikim ji Dunya Xalî

Derd û ğemê min gelekin, der û dorê min ma xalî Gund û bajarêm vala bûn, deşt û zozan mane xalî Ez mam tenê li van wara, dost û heval bi karwanî Yek bi yek bar kirin û çûn, çibkim ez ji dunya xalî Hatin zozan şa’lûr û kew xwendin şi’ra beste beste Lê hezîn im bar dikin lew, baz û bulbul deste deste Kî şehîd çûn, kî ‘âlim bûn, li paş hiştin aşîyanî Çewa...

Bîst û Yek

  Ezê bangdim rastîyê, dest bidim dergûşa jîyanê bi dagerîn Reşika çavan di nezer de mezin bikim bi raperîn Pêjn û bala bêrîyan hebûnek lêbikim nivîsek nazenîn Destpêka min ev bûna, hebûna… …pê ewlemendbûnam bi tîrijek rozerîn. Bi şîret û rêç û dustûr bihebanda min bi soz û peymanî. Ez li bende bûm çiqas, benda hatinê bi hesret Bi gilî û gazin bigotana min çi kişandî bi kesret Derbas bûn û çûn lipey hev demsal...

Huzûr li ber serê min…

Tebessuma zaroka li ber çavê min, ez ji çivîka biçûktirim. Xewnû xeyal li dor min dizîvirin Kelha Amed, şahidê hezarsala bitev Dîcle. Ezê gazîya xwe bighînim Îbnulwelîd. Stêrkên rûyê erdê çewa herikîn vî bajarî Bi kîjan ‘eşqê deşt û çîya, ayet ayet, sehra sehra derbas bûn ser sênga welatê me. İşaretek qudsî ji Medîna Munewwer wek brûskê li vir ket, di pey re cîhad, ehlê cesaret û îman, Ey mensûbên ‘esra seâdet hûn bixêr û...

‘Alim Warisê Pêxemberan in…

Ey âlimû xadimê dîn ji te’lîfa heqq re şeyda Mela Ahmed Hilmî bi nav âlimê heq ‘âmil Seyda Di vê dewrê bi rengê te li her warî nabin peyda Ey Seydayê Mela Ahmed Hilmî ehlê wusûl Seyda Di her ana jîyanê de te meşand îxlasek necîb Teleb û daxwazîya tew bi carna ehwalên ğerîb Gazî li Îmam Newewî di ‘umrê  biçûkê ‘ecîb Jibona merteba ‘ilmê gava pêş bu husûl Seyda Di deryê îlmê de meşî...

Ey gelî milletê Kurmanc xelkê bi i’zzet û îman Ji ğeyrî Îslama ‘ezîz nîne ji mer sitr û eman Ev çi hal e em tê de ne di vê dewra axir zeman Yetîmê ummeta Îslam milletê Kurd xelkê min e Ehlê xaç û agirperest û mel’ûnê hezar salan Ji hevdû re pêşkêş dikin welatê me dikin talan Bi destê rûreşên menhûs bi hîlew dekkê neyaran Îxanet û kêra zingar çikandine sênga min e Li dewsa...

Ev Çi Dewr e Îlahî!

Sal û zeman, şev û roj şahidin ji bo vê tarîxê. Di piştî mêvanên se’âdetê gelek dewran derbas bûn. Bi sedsala zeman ku dewr bûn li ser erd û axa me Min ji ğeman dunyayek ava kir li ser axa vî welatî Qerejdağ di sênga me de hê jî dişewite Dişewite hênkayî, dihele aşîtî. Hebûna me ji kitêbê bû, kitêb û ‘ilim biratî Azadîw serxwe bûn bi kelamê qedîm ava bûn Pirtûka reş, agirê zerdûşt...