Rovî De’wa Şêrîtîyê Dike

Carek ji caran, rehmet li dê û bavê hazir, guhdar û xwendevanan. Hebû tunebû, ji Xweda pêva mezin tunebûn. Li welatekî, di nav zinar û daristanan de kerîkî heywanan hebûn. Ez bêjim pêncî, hun bêjin sed cûre heywan bi hevdû re dijîn. Ji kîvroşk û kûsî bigre heta kurmikan, ji werdek û qazan bigre heta kêzikan… Û her wiha cûreyên heywanan bi hevdû re dijîn. Me’lûme, ev çîrok e. Dibe qewimî be dibe ne  qewimî...

Dehşika Poz Bilind

  Carek ji caran rehmet û selametî liser hazir û guhdaran. Di zemanê berê de, li gundekî çewlîgeke (çiftlik) mezin hebû. Navê xwedyê Çewlîgê Hemê Silo bû.  Ji pez bigre heta dewaran; ji tûtikan bigre heta şamî, qaz û werdekan; ji ker û hespan bigre heta kûçik, pisîk û kivroşkan… Bi dehan cûreyên heywanan li çewlîga Hemê Silo dijîn. Ger em li van cûreyên heywanan û meznahîya cewlîgê binhêrin, di nava xwe de wek dinyakî...

Dersa Me: Zimanê Kurdî

Demsala payîzê ji bona zarokên me sebebê şahî û kêfxweşîyê ye. Bi destpêkirina meha îlonê re, kelecana zarokên me jî destpê dike. Lewra ji bona wan, meha îlonê zêdetir mizgînîya destpêkirina perwerdehîyê ye. Nexasim ji ber ku nexweşîna Covîd 19, zarokên me ewqas ji xwendingehan dûr xist, hê zêdetir zarok û ciwanên me îsal bêrîya heval û mamosteyên xwe kiribûn. Li xwendingeha me ya navîn, îsal dersa zimanê Kurdî bû para min. Salewext ezê bi...

Kûçikê li ber Derî û Pisîka Malê

Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Hebû tunebû, ji xeyrî Xweda mezin tunebûn. Li gundekî deştê, malekî hebû. Jêre digotin Mala Mîro. Mala Mîro li dervayê gund bû. Jiber ku malekî bi tenê bû ji xwere kûçikekî danîbûn ber derî, jêre stargehekî çêkiribûn, xwarina wî jî didanê da ku bi şev xwedîtî li malê bike. Kesekî xerîb yan jî heywanekî weke rovî nêzîkî malê bibe, ewê kûçik bike ‘ewte ‘ewt,...

Kûsî û Kîvroşk

 Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran… Gelî guhdarên hêja, ezê ji we re çîroka kûsî û kîvroşkê bêjim, guhên xwe baş vekin û li min guhdarî bikin. Kûsî û kîvroşk du hevalên bihev girêdayîne. Di nava rojê de gelek caran bi hevdû re digerin, wektê xwe bi lîstik û kêfê derbas dikin. Rojek ji rojên biharê, kûsî û kîvroşk dixwazin bi hevdûre herin mêvandarîya hirç. Hirç hevalekî wane, dem dem...

Dar li ser Koka Xwe Mezin Dibe

Ev gotineke pêşîyan e. Gotineke pir balkêş û giranbiha. Di demekê de meseleyek tê serê camêrekî. Wî ji min re behs û qal kiribû. Ji bona xebatê ev camêr diçe bajarekî herema Behra Sipî. Bajarekî hewa wê şilî û kam e. Ew bi xwe jî ji bajarekî rojhelat bû. Wekî tê zanîn, hewa bajarên rojhelat ziwa ye. Havîna me pir germ û hişkayî; zivistana me jî sar û seqem e. Dema camêr li bajarê herema...

Ez Ehmed im, ji Xana Çelê…

Ji Zozanê Serhedê bayê hinêk tê. Ber êvarê, li ser dika ber derî, bin sîya dara gûzê… Dayîka min a delal, teşîya xwe di zivrîne,  pêre dergûşa min di hejîne. Dengê zengilê mîyan hê di guhên min de dike zingînî. ‘Lorî lorî berxê min lorî Ya rebbî tu delalê-m biborîn ‘Navê Ellah çi xweş e Gula Îmanê geş e Hemd ji te re ya Xweda Te ev şîrînî bi me da Xweda rebbê Semed e...