Avakera Yekemîn Zanîngeha Cîhanê; Fatima Keça Muhammedê Fihrîyê Qureyşî

Navê wê stêrka jinan Fatima Bint-i Muhammed El- Fihrî El-Qureyşî (فاطمة بنت محمد الفهرية القرشية) bû. Ew li bajarê Qeyrewan hate dinê ku ew der îro di nav sînorê dewleta Tunusê de ye. Ew ne melîke bû, ne prenses bû, ne jî keça mîrekî hêzdar bû; wek herkesî ew di nav xelkê xwe de bi tenê jinek bû. Digel vê jî wê jinê, xêr û qenciyek wisa mezin kiriye ku heta dinya hebe babetê pesn...