Çi Bikim ji Vê Dinê

Dilê min bû birîne Çavê min hêsrê xwîne Ber çavêm reş e jîne Ezê çibkim-j vê dinê Bihar li min nepirsî Kulîlkê min çilmisî Goştê canêm helisî Ezê çibkim-j vê jînê Hesreta te min pîr kir Herdû çavê min kûr kir Dilêm birîn û şûr kir Ezê çibkim-j vê dinê Erd ji tîna qelişî Dinya-j zilmê felişî Çar hawira êrîşî Ezê çibkim-j vê jînê Heqê jînê nehiştin Bi zilm û zorê kuştin Dinya-b agir biriştin...

Ji Rehma Te ye ya Îlahî!

  Te j’tunebûnê’m anîn hebûnê Te ji hindikî anîn pirbûnê Tu yî xwedîyê mirin û jînê Ev ji rehma te ye ya îlahî Tu yî Xaliqê erd û ezmana Tu yî Hakimê dewr û zemana Te ruh xistî bedena însana Ev ji mezna te ye ya îlahî Em nezan bûn te ‘ilim daye me Ax û av û roj hewa daye me Him Muhemmed û Qur’an daye me Ev ji rehma te ye ya îlahî...

Birano!

Dizek bûne ezbenî Tazî bûne medenî Ev çi fen û çi benî Heylo li min birano Cil û lîbsê Ewrûpa Bû ğaye perew qûpa Zêr dizîne bi kûpa Heylo li min birano Feqîra ji birçîna Reng dane bi qirçîna Bêedeb derewçîna Ling radane birano Gurê qol derket holê Ziman direj kir olê Pencika binê solê Ka çi bêjim birano Van seroka çi kirin War welat xerakirin Fedîw heya rakirin Ma we nedî birano? Hovên li...

TÊ JÎ ROJEKÊ BIMIRÎ

Tu guh nede mal û pera Tu guh nede hîlew vira Ma tu nabînî van gora Tê jî rojekê bimirî Ger tu bike hezar salî Nebîne nexweşîw kalî Bibe ağa, paşaw walî Tê jî rojekê bimirî Dunya tev de mulkê te be Hertişt li xizmeta te be Nabûn ji te ra tune be Tê jî rojekê bimirî Wê biqedin nam û jîyan Nefes û çend rojê l-cîhan Ka sultanên xwedî nîşan Tê jî rojekê bimirî...