Xwedîyê Baxan

Ellah Rebbê me ye, her hebû û wê her hebe. Carek ji caran, demek ji deman. Du cîran, zilamê malan, weke şêran, serê sibehan, diketine rêyan. Heya digihêne bağ û rezan. Dixebitîn, dibetilîn… Carna birçîbûn, tîbûn, êş û birîn… Carna jî xweşî, dilşadî, kêf û şahî… Bi vî awayî wext derbas dibû, roj dihilat, dîsa ava dibû, dewran dizîvirî, demsal diqûlibî û helbet ‘umir jî diborî. Rojek ji rojan, nexweş ket yek ji wan. Hal...