Tu Kes Berxê Me Nake Beran

  Zamanekî li gundekî çend qabîle, yanê çend malbat hebûn. Ev gund di zemanê ‘Usmanîyan da gundê began bû. Piştî herba Yekemîn a Cîhanê Dewleta ‘Usmanîyan ji hevda ket û Cumhûrîyet ava bû, nexasim piştî qîyam û serhildana Şex Seîd fermana beg û axayan rabû… Hinek axa hatine kuştin, hinek bûn mahkûm, ji wan hinek jî surgûn bûn. Pîştî ev bûyer li heremê qewimî, hinek axa û bega gûndê xwe firotin. Ev gundê ku eme...

Malê Helal an yê Heram

Hûn jî dizanin ji sala 1990î şûnda ji ber ku emnîyeta çol û çiyayên me nema, pez îdî bişev li çolê nediman û bi êvarê ra têne malê, sibehê ji bo çêrê bera çolê didin. Li belê zamanê berê pez buharan ‘ewil ji gomê berdidan, îdî heta serê zivistanê berf nebarîya nedihat malê. Pez bişev û bi rojê li çolê bû. Şivan bi rojê pezên xwe diçirandin, av didan û êvarê jî dibirin guherê. Li...

Çend Xatirayên Bav û Kalên Min ên Dewra Herba Yekemîn a Cîhanê

Bi rastî hûn jî dizanin herba yekemîn di sala 1914’an da destpê kir. Di wê demê da Dewleta ‘Osmanîyan ze’îf ketibû, ji ber vê yekê welatên ejnebîyan jê re digotin ‘Merikê Nexweş’ û ji her derî da êrîşî axa ‘Osmanîyan dikirin. Dewleta Ûris jî, ji hêla Batûmê ve ketibû nav axa Musulmanan; Qers, Erdexan, Mûş û heta Bîdlîsê hatibûn. Di wê demê da Dewleta ‘Usmanîyan di pênc cepheyan da herb dikir. Cepheya yekemîn Cepheya Qafqas,...

Jiyana Bav û Kalên Me ya Zemanê Herba Cîhanê  ya Duyemîn

Bi rastî hûn jî dizanin herba duyemîn di sala 1939’an da dest pê kir û di sala 1945’an da bi dawî bû. Di dîroka însanîyetê da zêdetirîn însan di vê herbê da hatin kuştin û heyata xwe ji dest dane. Ligor hinek rîwayetan 70 milyon, ligor hinek rîvayetan jî 85 milyon însan mirin yan jî hatin kuştin. Herba Dûyemîn a Cîhanê bi vî rengî di dîrokê de qeyd bû û hat nivisandin. Berî vê herbê...

Rovî Bûye Mihvanê Mirîşkan

Gelê xwandekar û guhdarên hêja! Ev nivîsa min çirok nîne. Ev mesele di sala 1956’an da li gundê me û li mala me qevimîyê. Bi rastî hûn jî dizanin li gundan her malbatek çend heb mirîşkan xwedî dikin û ji bo mirîşkan di hewşa xwe da pînekî çêdikin, da ku mirîşk di wê pînê da hêkên xwe bikin û bi şev tê de razin… Di mabeyna 1942-1965’an da mala bavê min li gundê Hesewêrî’yê bû,...

Rovî û Kekê Wî Qelender Axa

Gelê xwandekarên hêja! Çi hebû çi tunebû, ji Xweda pêvetir kes tinebû. Û di nav daristanekî da, çend hayvanan bihevra jîyana xwe didomandin. Van heyvanan yek jî hirç bû, yek gur bû, yek keftar bû, yek rovî bû û yek ji kivroşik bû. Lê teva li rovî neheqî dikirin û pê henekê xwe dikirin, qender kîvroşik jî li rovî ta’detî dikir. Rovî jî daîm ji wan ra waha digot: -Ezê rojekî bangî kekê xwe yê...

Gundê Heselmê

Heselmê, taxekî navçeya Erxenîya Dîyarbekirê ye.Dîroka gund gelekî kevin e.Tê destnîşankirin ku şikeftên li nêzê gund, ji bo ronîkirina dîroka çaxa ewil çavkanîyeke mezin in. Li ser şikeftên gundê Heselmê xebatekî zanistî heta niha çênebûye. Şikeftên ku 2-3 kîlometre nêzî herêma Şolenê ye, taybetî bi şeklê avayîyê dişbihin mîmarîya  Hîlara Çayonu. Di şikeftê de bi mîmarîyê re cîhê raketinê, xwarinê an jî vexwarinê û bi mekanîzmaya derê gilower mîma mîmarîya  Hîlar Çayonu ye. Lê belê...