Di Bin Siya Qudsê De Kurdên Filistîn

Çavkaniyên dîrokî diyar dikin ku beşek ji Kurdan ji destpêka serdema Eyyûbiyan ve li Filistînê bicîh bûne. Bi hezaran mucahid û mîrên Kurdan, bi pirranî ji bajarên Herêma Kurdistanê xwe li banga heq, banga cîhadê ya Selaheddîn girtin ku ji bo azadkirina Fîlîstîn û Axa Pîroz destpê kir. Siyaseta Selaheddîn, li ser esasê bicihkirina leşkerên Kurdan li bajarên Fîlîstînê û dayîna parçeyên erdên Filistînê ji wan re bû. Bi derbasbûna roj û meh û salan...

Şêxê Xanî di vê şi’ra xwe ya “Ey wahidê penhan” de fikra xwe ya der heqê afirandina kaînatê de beyan kiriye. Her wiha cewaba feylesofa jî daye ku dibêjin ‘alem ji cewherekî bi navê heyûla hatiye afirandin û cewaba maddeperest û tebî’etperesta jî daye ku dibêjin rûh û ‘eql û ‘erez û cewher eslê her tiştîne. Dûv re dibêje, ji çola tunebûnê qefle bi qefle mexlûq çêdibin û tên ‘alema hebûnê. Piştî vê gotinê însanan...