Azad RêbîwarBijarteHelebçe
03/01/2022225
I Di destpêka biharê de Ew çi qeşa bû kete erdê Tevde mirin hişkbûn Gul û beybûn û nesrîn Tu kes bi mirineke wiha bêdeng Nehata kuştin Kal û ciwan digel zarokan Bêcan ketin li deştê II Şazdehê adarê ji ezman mirin dibarî Ew çi pîlanek xaîn bû neyara danî Qet nayê jibîrkirin heta em sax bin Ew bihara ku bi hêstira hate şuştin