Abdulqadir TuranBijarteDI PIRSGIRÊKA KURD DE JI HÊVIYA “ÇARESERΔ YÊ HETA HEYAMA PEVÇÛNÊ -1
Pisgirêka Kurd, ji aliyê giregirên hikûmetê ve, ewilî wek “vebûna demokratîk”, paşê wek “projeya yekîtî û biratiyê ya neteweyî” vê paşiyê jî wek “pêvajoya çareseriyê” hat binavkirin. Teşebbusên çareserkirina pirsgirêka kurd û qedandina atmosfera pevçûnên ku serê 30 salîye didomin, mijarên sereke ne ku siyaseta Tirkiyeyê ya dewra nêz û qamûyê zêde meşğûl dikin. Ji 2002an vir ve, Partiya Edalet û Bipêşketinê Ak Partî, bi tena serê xwe îktîdare. Ak Partî dibîne ku xisûsiyeteke wê...