Mele Huseynê Batêyî û Mewlûda Kurdî

  Mele Huseynê Batê (teqrîben 1670-1750);  dayîgbuna wî bi rastî tam nayê zanîn lê belê şair; di Hemayîl a xwe de behsa Mîrê Cilemêrgê İbrahîm Begê, înayetu hîmaya wî deke. Îbrahîm Beg jî 1695-1745  jîyaye. 1701 de buye Mîrê Cilemêrgê o Medreseya Meydanê bîna kirîye. Mela jî di wê medresê de muderrîsî kirîye. Bo evana jî mumkîn e ku Mela, di navbeara sala 1670 u 1750 an da jîyaye. Edebîyata Dîwanê a Klasîk a Kurdan...

KEVIRÊ HAVÎNÊ, BAVÊ KADÎNÊ

Havîn… Demsala xebatê… Xebata jibo qûtê zivistanê… Havîna însan, dema ciwantîya wî ye. Lewra jibo xebatê, li ser xwe ye, qeweta wî li cî ye, zexm e. Ji xwe re karek dibîne û dixebite. Dema ciwantî ji dest çû, qewet namîne, kislanî û tembelî dest pê dike. Însan ji bona axreta xwe jî lazim e di ciwantîya xwe de zêdetir bixebite. Vaye hat dîsa demsala xebatê, jibo kesên cotkar. Havîn… Kele kela ‘erdê, paleyî, bênder,...

HILO RABE SELAHEDDÎNÊ KURDÎ[1]

  Kula cara li me dîsa venûybû[2] Me nalîn û fîğan e lew ji derdî Wekî Qudsê eva Şama tejî çû Hilo rabe[3] Selaheddînê Kurdî   Hilo rabe nema koz û ne pawan Genim bu dasİyû ceh qirş û zîwan Nema bağ û beheşta ku te bo wan Ser û malê xu tev dayê bi merdî   Hilo meydan me valabû ji şêra Lewa[4] rêvî li şûnê ketne gêra Hilo nêzîk e (serkird e) li...

NALÎN Û ŞÎKAYET

`Işqê ji herdû çeşman ewwel di dil eser kir Lê zerre zerre axir sotin kir û sîrayet şaki s-silahi herdem bi kuştina Melê bit Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şikayet (M.C.)   însan im, loma dikalim, dinoşim feyza hikmetê bi bereket birîna deftera min.   li pey tolhildanê nanalim, bi nal im ji destê muxbeçeyê lêlêyê; xweliya te me, welîya min   êşên teze, taze taze dipalim cana! hûr hil dikim, kûr diçalim...

DI PIRSGIRÊKA KURD DE JI HÊVIYA “ÇARESERΔ YÊ HETA HEYAMA PEVÇÛNÊ -1

Pisgirêka Kurd, ji aliyê giregirên hikûmetê ve, ewilî wek “vebûna demokratîk”, paşê wek “projeya yekîtî û biratiyê ya neteweyî” vê paşiyê jî wek “pêvajoya çareseriyê” hat binavkirin. Teşebbusên çareserkirina pirsgirêka kurd û qedandina atmosfera pevçûnên ku serê 30 salîye didomin, mijarên sereke ne ku siyaseta Tirkiyeyê ya dewra nêz û qamûyê zêde meşğûl dikin. Ji 2002an vir ve, Partiya Edalet û Bipêşketinê Ak Partî, bi tena serê xwe îktîdare. Ak Partî dibîne ku xisûsiyeteke wê...

Qisseya Zembîlfiroş û Gulxatunê

Belê xwendevanên bi qedr û qiymet! Weke hûn jî dizanin li ser erdnigariya Kurdistanê gelek hewadîsên pir ‘ecêb qewimîne ku di van hewadîsan de ji bo her Mislimanekî/ê gelek ders û ibretên hêja hene ku ev jî ji bo axreta însên dibin mîna qendîlekî û pêşiya mirov ronî dikin. Ji van hewadîsan hewadîsek jî hewadîsa navdar a “Zembîlfiroş û Gulxatunê” ye  ku ev hewadîs li temamê xakên Kurdistanê deng vedayê û bi şikleke devkî bi...

Bicehime îsraîl!

Hey terorîst Îsraîl Ey siyonîstê qatîl Xweda b-destê Cebraîl Te xusran ke Îsraîl Xweda te ji paş û pêş Bavê nav xusran û rêş Têxe nav ezab û êş Bicehemme Îsraîl Tu mel’ûnê berazî Însanîyet naxwazî Bi Emrîkê hezazî Bicehemme Îsraîl Ey xenzîrê bizonek Bi te re tune sozek Te xelas nake kozek Bicehemme Îsraîl Ne Emrîkaw ne Semûd Nabin sitarê Yehûd Qewmê mel’ûn û hesûd Bicehemme Îsraîl Ji leşkerîw aborî Ketye sikrata sorî Bi...

PERSPEKTÎF, DÎTIN Û RASTÎ

Têgihîştin ew e ku mirov bi baldarî ber bi tiştekî ve bizivire û ji wî tiştî haydar be. Ji aliyê din ve rastî jî tê wateya hemû tiştên ku hene û heqîqet e. Ev rewş li gorî ferqa perspektîf, dem, zemîn û her wiha li gorî ferqa bawerî, fikr û ramanên mirovan dikare ji hev cuda be. Di wêneya jorîn de, cismeke ku bi sê alî ye di bin çavkaniyeke ronahiyê de ji hêla sê...

‘Aqilmendê Bê’aqil

Jimara Kelhaamed ya vê mehê wê hê bi wate û bereket be. Lewra ev jimar ya meha şehîda ye. Hîkmetê wê çî ye em nizanin, ancax Xewdâ dizanibe. Lê di vê meha Sibatê de pir Şehîd ji umetê hatine rakirin û stendin. Bes emê ne di vê mijarê de, emê di der barê mijareke dî de mijar û behsa hinek nakokî, xîlaf û hevnegirtiyê zalimên derewçîn de binivîsînin. Kerem kin: Hûn jî dizanin, çendî mirovên...

Bi Dr. Îdrîs ‘Ebdullah Re “Li Ser Fikra Qewmiyetê Li Ba Şêx Ehmedê Xanî” Hevpeyvîn

Kelhaamed: – “Bi navê Xweda. Mamosta, ji ber we me neşikand, teklîfa me ya hevpeyvînê qebûl kir û deriyê xwe li me vekir em rêz û îhtîramên xwe pêşkêşî cenabê we dikin. Di destpêkê de ji bo xwendekarên me hûn dikarin bi kurtasî xwe bidin naskirin?” Îdrîs ‘Ebdullah: – “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm. Hûn bi xêr hatin, serçava re hatin. Navê min Îdrîs ‘Ebdullah e. Li ser kilasîkên edebiyata Kurdî diktora min heye. Li Zankoya Selaheddîn a Hewlêr...