Hejmara 56emîn a Kovara Kelhaamedê derket

Hejmara 56emîn a Kovara Kelhaamedê bi sernava “Helepçe Di Nav Pelên Tarîxa Kurdistanê de” hat çapkirin. Di vê hejmara nû ya Kelhaamedê de bal hatin kişandin li ser  qetlîama ku berî vê 35 salan li bajara Helebçeya Kurdistana Başûr hat kirin. Di nivîsa danasînê ya vê hejmarê de derheqê naveroka vê hejmarê de wisa hat gotin: Xwendevanên hêja! Gelekan ji me, wek hinek welatên Muslumanan navê Helepçe bi kîmyabarana sala 1988 bihîstin. Bi heqî li...

Komareya Kurd a Mahabadê berî vê 77 salan hat damezrandin

Komareya Kurd a Mahabadê ya ku berî vê 77 salan hat damezrandin digel emrê xwe yê kurt di dîroka Kurdan de cîhekî muhîm digire. Gelê Kurd her çi qas di dîrokê de li ser axên xwe jîya be jî di sed salên dawî de ev mafê wan ji destên wan hat standin û parçekirin. Gelê Kurd li ser axa ku li ser dijîn zimanê wan yê dayikê hat qedexekirin, bi zimanê xwe perwerdehî nedîtin û...

REÇETEYA KURDAN-‘HURRIYETA LI HEMBER ÎNSAN ‘UBÛDIYETA LI HEMBER ELLAH TE’ALA YE

“Ey gelî Kurd û Tirkan! Însaf bikin, yeki rafizî hedîsekî ğelet me’ne bike yan jî ğelet pê ‘emel bike, gelo merev gerek wê hedîsê înkar bike yan gerek meref bêje; wî kesê rafizî xeta dike, ğeletiya dike û merev şerefa hedîsê muhafeze bike?” Van kesên wiha fasiq û xerab dema ku hurriyeta şer’î xerab bidin nişandan qey gerek em ji ruwê wan de li hember hurriyeta şer’î derkevin? “Belkî hürriyet ev e: Ji ğeyrî qanûna...

Red, Înkar, Talan û Zîmanê Kurdan

Zimanê Kurdan, zimanek dîrokî, tebî’î o qedîm e. Delîlê herî mezin jî li hember ewqas red û înkarîyan, komkujî û wêranîyan; hezar sal e tunne nebuyîna wî ye. Çitor Kurdistan bû ye çar par; gellê Kurd li ser axa xwe bû ye penaber û bêpergal; zimanê Kurdî jî wisan bêxwedî û binpa ye lê belê  dîsa jî li hember ewan şert û şurtên giran bi dengê bilind û kûr gazî gelê xwe dike. Ji dest...

Biratîya Îslam

Dînê Îslom di bênatê Bisilmonon di mîqyas biratî û destgirî ya. Çi beno wa bibo gereka yo Bisilmone yona Bisilmone rî duşmenî nêkero, nêyartî nêkero; yi ra nêheridiyo, xu eyi ra berz nêgero; çimkî guereyê Îslomî kom, wayirê teqwa bo berz o yo. Ça beno wa bibo gereka her Bisilmone, Bisilmonon binon rî hetkarî bikero. Ma ina raştî zaf hedison di vînenî: “Bisilmone, birayê Bisilmone yo. Bisilmone, Bisilmone rî zulm nêkeno. Bisilmone tengiya yo Bisilmone...

Mandire-Şîrxane…

Mandire (bi Tirkî Mandıra) yan jî bi navê Kurdî şîrxane, kar û ciheke ku şîrê pez û dewara lê tên civandin û berhemên ji şîr çêdibin. Yanê wekî penêr, mast, rûn, torak, lorik û dew tên çêkirin. Lê welatê me li mandirê, zêdetir penêr tê çêkirin. Li hêla Qerejdağê ji mandirê re dibêjin “şîrket” Reha peyva mandirê ji Greekan yanê ji Yûnanê tê. Ma’na vê peyvê, cihê heywan lê tê civandine. Li welatê me dîroka...

Gundê Çarsiman

Di nav çiyayên bilind û rengîn de, mîna hewşek ji hewşên bihuştê gundek danîbû. Bi her cûrê tam û berên xwe, seranser sî girtibû darên gund li erd û beyar, kaş û newal û li beroj û nezêr. Keska xwezayê, li deng û rengê çivîk û gihayan dida. Reqs û govenda kufarî girtibûn pinpinîk û pepûleyan. Gur û pez, kuçik û pisîk bi hev re diçêriyan li vê xaka aramiyê. Gund li rex Çemê Hermehê,...

DAYÊ DAYÊ

    Dayê dayê noşîcanê, dayê dayê dilûcanê Barê giran nehilgirtî, kesî wek te li cîhanê Tu Asîye hem Hewayî, ca enbîyaw ewlîyayî Bi ‘îffet û pir ‘heyayî, dayê dayê ez heyranê Tu Meryema ‘Îmranîyî, ca ‘Îsayê Suryanîyî Bi fitreta Rehmanîyî, dayê dayê dilûcanê Tu Xedîcetul Kubrayî, tu Fatîmetuzzehrayî Sumeyye û Sumeyrayî, dayê dayê bargiranê Tu Zeyneba Kerbelayî, tesellîya her belayî Bi ezyeta mubtelayî, dayê dayê bargiranê Ez muhtacê şefqeta te, bi hesret û meraqa...

Helbesteke Salih Begê Hênî-MIN CAN BO DÎN FEDA YE

Gerçî em ji dîtina dost û ehbaba bûne dûr Bes bo nêzîkbûna rehmeta mewla her em in mesrûr   Her çiqas di riya heq de em malwêran û muflîs bin bes Di gel vê wêranmalîyê di manê de her emin me’mûr   Ehlê heqq in em natirsin ji îdam û sêdaran Lew bi rastdêrandina îlahî her em in mensûr   Ger çi derba li me ji hakimê hukumbetal bit jî Bes her em in bo...

BO KUREKÎ VÊ SERDEMÊ

                       Kurê min! Xwe neke hedefa tîrên xelkê yên beredayî. Ji bo vê jî di keşmekeşî û alozîyan de xwînsarîya xwe ji dest bernede. Ji bîr neke, meş jî, fikirîn jî, axaftin jî bi xwînsarane te dibe ser kanîya armancê. Wekî din pirî caran karibe xwe bêdeng bike. Bêdengî gelek caran weke fetisandinê xuya bike jî, lê di rastiyê de giyanxelasker e. Pêşîyên me gotine; bêdengî zêr e, tevî namûs û şerefa pê re…            ...