Di nav çiyayên bilind û rengîn de, mîna hewşek ji hewşên bihuştê gundek danîbû. Bi her cûrê tam û berên xwe, seranser sî girtibû darên gund li erd û beyar, kaş û newal û li beroj û nezêr. Keska xwezayê, li deng û rengê çivîk û gihayan dida. Reqs û govenda kufarî girtibûn pinpinîk û pepûleyan. Gur û pez, kuçik û pisîk bi hev re diçêriyan li vê xaka aramiyê.
Gund li rex Çemê Hermehê, bi du taxan, nezarî û berojî hatibû cudabûn. Di bingehê de her tax jî, xizmên hev bûn û ji malbatekê bûn. Lê ji ber çem bûbû du tax û bûbûn du nevîeşîr. Ji her dû taxan jî yên cûn, şîn û boz hebûn. Belê gund, Gundê Çarsiman bû.
Rojek ji rojên her demê, kew li ser tatê dixwîne. Bi vê xwendina kewê gozel, jiyana li her du taxên Gundê Çarsiman destpê dike. Jiyan bi can dibe û her ajel bi xwendin û gotinên xwe carde govenda kufarî digire. Di wê bihara rengîn û coşa govendê de mala xwedî bişewite, daşika Nezariyan jî bi lotikên xwe dide nav garisên sor, ango garisên Berojiyan. Bi gotina Berojiyan, daşika Nezariyan bi wê coş û lotikan tiştekî avahî di garisên wan de nehiştiye. Talan biriye ser zadê wan. Û ew şêlandine. Qût û zadê salê di ber siman de biriye. Lê daşika Nezarî ji garisê neseridî tenê ribek gêris, herimandiye.
Berojî li hev dicivin û biryara gihandina zerarê bidin Nezariyan didin. Ew jî bi qantirên şemmûzî êriş dikin û çend daşikan ji Nezariyan dikujin. Nezarî jî bi heman şêweyê û xerabtir zirarê didin wan. Malên hev talan dikin. Hev dişêlînin. Êdî li vê hewşa bihuştê, li Gundê Çarsiman, dengê bêtifaqî, şer û pevçûnê bilind dibe ji dêleva dengê xwezaya Çarsiman. Ji dêleva roja rengîn, şevên reş dagir dikin li ser her rengê şîrîn ên kulîlkên Çarsimê. Û Çemê Hermehê ava zelal çikandiye.
Êdî şolî herikî bûye.
Êdî destpêka sibê ya bi xwendina kewê gozel, tenê di çîrok, mersele û metelekon de maye.
Tariyê nixumandiye sewt û seda, mal û kolanê.
Her du taxên Çarsimê hew qas zerar û ziyanê digihînin hev, tenê ne qut û zadê salê, ji hev jî tiştekî nahêlin. Avê li ser hev qut dikin. Hezar daş û kerên delal ji hev dikujin. Mêraniya wan tenê li gor û qebra sar radiweste. Ji ber van reftaran ji hev dikevin, qels û wêran dibin.
Li Çarsimê wêranî kon vegirtiye û bûye warê kundan. Hewşa bihuştê bûye koncaleke agirîn a dojehê. Erd û zeviyên wan tev hişk dibin.
Nexweşî û merezî li wan peyda dibe, tenê ji ber ribek gêris.
Ji bo rakirina ev bela, mûsîbet û nexweşiyan û digel kuştî û birîndaran, çend guhspî ji her du taxên Çarsimê, li hev kom dibin. Û dixwazin ev êş û azara li ser xwe belav bikin. Û dixwazin dubare ava Çemê Hermehê bidin herikandin. Guhspî bi pirs û gerê, bi ilm û zanîna xwe digihêjin biryara aşbûnê. Lê ji bo herikandina Çemê Hermehê divê qût û zadê heft salan li avrêka çem belav bikin. Ango nistiya herikandina çem, zadê heft salan e. Hîna nû hişê wan tê serê wan ku çi xwelî li serê xwe kirine, ji ber lotika daşikê û ribek gêris.. Niha gelek ker û daşikên xwe û bi ser de jî qûtê heft salan wunda kirin. Belê Çarsimiyan ji reftar û kirinên xwe yên berê vedigerin û nistiya Çemê Hermehê dihînin cî.
Guhspiyên Çarsimê zad û qûtên heft salan li Çemê Hermehê berdidin li ser lotika daşik û ribek gêris. Di dawiyê de Çemê Hermehê wekî berê diherike. Li nava Gundê Çarsimiyan, şîn dibe şahî, reş dibe ronahî. Û ger ji wan derneketa şêwr û mişawrek, dê nedîna roja xweş û biharek, û dê nehiştiba ti cî û warek.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *