Dayê dayê noşîcanê, dayê dayê dilûcanê
Barê giran nehilgirtî, kesî wek te li cîhanê
Tu Asîye hem Hewayî, ca enbîyaw ewlîyayî
Bi ‘îffet û pir ‘heyayî, dayê dayê ez heyranê
Tu Meryema ‘Îmranîyî, ca ‘Îsayê Suryanîyî
Bi fitreta Rehmanîyî, dayê dayê dilûcanê
Tu Xedîcetul Kubrayî, tu Fatîmetuzzehrayî
Sumeyye û Sumeyrayî, dayê dayê bargiranê
Tu Zeyneba Kerbelayî, tesellîya her belayî
Bi ezyeta mubtelayî, dayê dayê bargiranê
Ez muhtacê şefqeta te, bi hesret û meraqa te
Kengî şabim b-lîqaya te, dayê dayê dilûcanê
Bi hesreta dengê te me, ez aşiqê rengê te me
Axa binê nigê te me, dayê dayê ez qurbanê
Lorî lorî dengê te ye, buhara kesk rengê te ye
Cennet li bin nigê te ye, tu hêjayê pesindanê
Xewê şeva ji ter hesret, Xwedê da te hêz û nesret
Sebr û rehm û ev besîret, dayê dayê bargiranê
Sebirkar û cefakarî, bawermend û fedakarî
Ji ‘inya te nûr dibarî, dayê dayê ez qurbanê
Mi‘ellima dibistanî, seydaya her mamostanî
Zimanê te xweş destanî, dayê dayê rûhûcanê
Tu mumin û heqperest e, destê te nerm çi xweş dest e
Mesha te rûh dike meste, dayê dayê dilûcanê
Bi mihnet û dilevîn î, çi dayikek ğemrevîn î
Bi şefqet û dilovîn î, dayê dayê dilûcanê
Kesê bixwaze cennetê, fezîlet û kerametê
Bera ji ter bik xizmetê, dayê dayê bargiranê
Me ne kêf û ne seyrane, j-fîraqa te wek miryane
Dil şewitî bû buryane, dayê dayê ez qurbanê
Xwezya carkê li heyatê, Salih bidya tu dihatê
Rûhê şêrîn bi xelatê, minê bida ez qurbanê