BijarteHelbestTehsîn Îbrahîm DoskîHILO RABE SELAHEDDÎNÊ KURDÎ[1]

 

Kula cara li me dîsa venûybû[2]

Me nalîn û fîğan e lew ji derdî

Wekî Qudsê eva Şama tejî çû

Hilo rabe[3] Selaheddînê Kurdî

 

Hilo rabe nema koz û ne pawan

Genim bu dasİyû ceh qirş û zîwan

Nema bağ û beheşta ku te bo wan

Ser û malê xu tev dayê bi merdî

 

Hilo meydan me valabû ji şêra

Lewa[4] rêvî li şûnê ketne gêra

Hilo nêzîk e (serkird e) li dêra

Li ber xaçê serî bavêne ‘erdê

 

Heqîqet mezhebê wanê terîf[5] e

Hina qesra sipî Ke’ba şerîf e

Kremlîn bo hina durra letîf e

Dibêjin dujminî:[6] Mehbûbê ferdî

 

Di gel hevdû beran û kavir in ew

Li ber dujmin wekî mîha şirin ew

Bi qalib mumin in dil kafir in ew

Lewa kare xu kir talan û cerdî

 

Li vêrê şah in û sahib sera ne

Li wêrê bê biha şubhê geda ne

Ku hefsar wan di destê dujmina ne

Di leyzin pê wekî şetrenc û nerdî

 

Mixabin fêrisa zincîr di dest in

Mixabin xo firoş karî di best in

Mixabin pêşewa serxoş û mest in

Li ber wa sahi ye ev toz û gerdi

 

Hilo sultanê Kurd û Misr û Şamê

Bi şûrê xo bike zîndî ve name

Hilo da bêxiye jîna me tamê

HILO RABE SELAHEDDÎNÊ KURDÎ

[1] Dîwana Doskî, Weşanên Kitêbxana Cizîrî, Duhok, 2017

[2] Venûybû: Nûbû

[3] Hilo rabe: Hela rabe

[4] Lewa: Loma, (bu sebepten dolayı)

[5] Terîf: Uç fikir, marjinal

[6] Dibêjin dujminî: Ji bo dujmin dibêjin

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *