`Işqê ji herdû çeşman ewwel di dil eser kir
Lê zerre zerre axir sotin kir û sîrayet
şaki s-silahi herdem bi kuştina Melê bit
Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şikayet (M.C.)
însan im,
loma dikalim, dinoşim feyza hikmetê
bi bereket
birîna deftera min.
li pey tolhildanê nanalim,
bi nal im ji destê muxbeçeyê
lêlêyê; xweliya te me, welîya min
êşên teze, taze taze dipalim cana!
hûr hil dikim, kûr diçalim
hubûba min, rondika min
wext westiya, dinalim hêj,
tu necebirî yek zerreyek
rîwayeta min, înayeta min
deng girîya, zuwa hişk bû, xemrê bazda ji camê
tu nerm nebû, tu aş nebû
girîya min, gilîya min
rondik qerisîn, xem reqisîn, xaîb im loma
tu germ nebû, tu nerm nebû
tilîya min, gulîya min
mem wenda ye, xezeb zad e,
‘işqê mala xwe ava kir,
ma kî xuya ye? li ber perdê kê xuya kir?
kezeba min, sohtîya min…