Abdulqadir TuranBijarteDI PIRSGIRÊKA KURD DE JI HÊVIYA “ÇARESERΔ YÊ HETA HEYAMA PEVÇÛNÊ -1

Pisgirêka Kurd, ji aliyê giregirên hikûmetê ve, ewilî wek “vebûna demokratîk”, paşê wek “projeya yekîtî û biratiyê ya neteweyî” vê paşiyê jî wek “pêvajoya çareseriyê” hat binavkirin. Teşebbusên çareserkirina pirsgirêka kurd û qedandina atmosfera pevçûnên ku serê 30 salîye didomin, mijarên sereke ne ku siyaseta Tirkiyeyê ya dewra nêz û qamûyê zêde meşğûl dikin.

Ji 2002an vir ve, Partiya Edalet û Bipêşketinê Ak Partî, bi tena serê xwe îktîdare. Ak Partî dibîne ku xisûsiyeteke wê pêşiya Tirkiyeyê di pêş de wek aktoreke herêmî û serzemînî veke, bi çareke daimî çareserkirina pirsgirêka kurde. Lê belê di neqandina mûxatabê de tercîhkirina aliyê çekdar, dibe sedema vepirsîna îradeya çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkê firehtir dike. Koka pirsgirêka Kurd bi sedsalan wirdetire, pratîka şîddeta 30 salî ya Pkkê jî netîceya biproblem a vê pirsgirêkê ye. Gava Pirsgirêka kurd û pratîka şîddeta Pkkê wekhev bê dîtin, ewê ji teşebbusên tên plankirin û qismeke wan xistine tetbîqatê, tu netîceyên hêvîkirî peyde nebin.

Di sala 2005an de wek beyana neytê îradeya “çareseriyê” pêk anîn, ev yek di sala 2009an de bû pengava vebûneke berbiçav. Di 2011an de ji ber pevçûnan, pêvajo qismî li paş ma, lê di 2013an de hat îfadekirin ku pêvajo ketiye rêyeke bêveger. Lê belê di mehên havîna 2015an de, pevçûn li merkezên bajar û navçeyan jî bi awayê ku nedihat hêvîkirin dîsa pêk hatin. Mijara ku çima û çawa pêvajo giha vê noqteyê, hê ji niqaş û spekulasyonan re dibe sedem.

Di vê dosyaya me de li ser mijarên wek seyra tarîxî ya pêvajoya çareseriyê ku ji hêviya çareseriyê dîsa veguheriye amtosfera pevçûnê, pêvajoya pêşketinê, aktor û aliyên wê, qezayên rê, hêlên wê yên biproblem û divê ji nû ve çawa têkeve dewrê, ji gelek aliyan ve hatiye sekinandin.

1- PÊVAJOYA PÊŞKETINÊ YA PÊVAJOYA ÇARESERÎYÊ

 1.1. Piştplana Tarîxî ya Pirsgirêka Kurd û Pêvajoya Pevçûnê û Beriya Ak Partiyê Lêgerînên Çareseriyê

Di dewrên dawîn yên Dewleta Osmanî de polîtîkayên merkezîbûnê, bûne sebebê Herêma Kurdistana ku di bin îdara Osmanî de bi salan hebûna domandiye, marûzî pirsgirêkan bibe. Pirsgirêkên han jî bûne sedema hinek serhildanên li ber hikûmeta merkezî. Bi vî awayî Pirsgirêka Kurd, bi realîta ku wê bi sedsalan bidome derketiye holê. Lê belê Pirsgirêka Kurd ewilî piştî dewra Cimhûriyetê eşkere bûye. Li Tirkiyeyê, piştî îlankirina cimhûriyetê dewlet, li gorî esasê hakimiyeta milletekî tenê hatiye dîzaynkirin. Ji ber vê zîhnîyeta tekparêziyê, hemî cîhêtî marûzî polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê kirine. Ji van tetbîqat û sepandinan, herî zêde xelkê kurd meğdûr bûye. Lewra Kurd, pirê nifûsa wê li herêmekê kom bûye û li ber pêlên gûr ên modernîzmê, xisûsiyetên xwe yên kulturî mihefeze kirine. Zihniyeta Kemalîst a ku li ser Dewlet û Neteweyê hatiye teşkîlatkirin û dixwaze ferdên tektîp rake, kurd ji ber eslê wan ên etnîkî û berxwedana wan a Îslamî ya li ber ğerbîbûnê ceza kirin.

Di salên ewil ên Cimhûrîyetê de piştî hedîseyên wek Şêx Seîd, Dêrsim, Zîlan û Koçgîrî, qetlîamên bi deh hezaran kesî pêk hatin, piştî 1970î serdegirtin û êrîşên qomandoyê yên li ser hêlên çiyayî dane dû van qetlîaman. Kurd marûzî me’meleyên ğeyrî însanî bûn. Piştî derbeya 1980î di serî de Hepsa Leşkerî ya Diyarbekirê, li herêmê travmayên giran bi ser de hatin qewimandin. Evana zemîna ku PKKya rêxistineke çepgîr û neteweperest xurt bibe çêkir. Eqleke “kûr”, hemî îmkanên hewce hazir kirin daku Kurd, destekê bidin rêxistina PKKê.

PKK-Partiya Karkerên Kurdistanê, gava nû hat avakirin, weka ji navê wê jî tê zanîn, rêxistineke li coğrafyaya Kurd kiribû armanc. Lê tevgera wê li ser îdeolojiya Marksîst-Lenînîst bû û di vê çarçoveyê de bi gotinên xwe yên siyasî, dirûveke cira Çepgîra Tirk di xwe de dihewand. Orgutê “şîddeta şoreşgerî” ji xwe re dikir esas û beriya ku li hember dewletê dest bi êrîşên çekdarî bike, teşebbusî tasfiyekirin û kuştina mensûbên grûbên Kurd dikir ku pirê van grûban jî, li ser îdeolojiya çepgîr bûn. Digel ku evan grûb û rêxistin, ji aliyê îdeolojîyê ve nêzî PKKê bûn û Kurdewar bûn jî, ev yek netîce nediguherand. Lewra orgutê, ji ber dewletê jî çavê xwe digirt, ji xwe re kiribû armanc ku li herêmê bigihêje pozîsyona “otorîteya jê nayê xeberdan” Li Kurdistana Tirkiyeyê, gelek kesên ku PKKê ew ji xwe re reqîb didîtin, ya hatin kuştin, ya welat terk kirin, yan jî mecbûrî îtaa’ PKKê kirin.

Pey Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980î, PKKê li derveyê welêt, rêxistinbûna xwe ya sîyasî û leşkerî domand. Piştî çend salên dewra te’deyê, dest bi amadehiyên êrîşan kir. Di 1984an de li Dihêya Sêrtê, li hember hêzên leşkerî yên dewletê, êrîşa ewil a PKKê pêk hat û çirûska ewil a helezona şîddetê ya wê bi salan dewam bike veda. Di salên pey de bi sebebên ji hundur û derveyê, PKKê li herêmê îmkana xurtbûn û pêşketinê dî.

Gava dem digîhişt salên 1990î, tesîra pevçûna di navbera hêzên dewletê û PKKê de, zêde eşkere bû. Lê belê di wê dewrê de, figurê siyasî yê girîng Tûrgût Ozal, di wê qenaetê de bû ku jibona welat piştî derbeyê ji hêla ekonomîk ve lezîneke musbet bi dest bixe û li gorî polîtîkayên neo-lîberal ên li dinyayê be, divê pevçûna bi PKKê re bidawî bibe. Ji ber vê yekê xwest ku hinek tişt bên niqaşkirin û behsa “çareserî”yê kir.

Gelek caran hat rojevê ku gava Tûrgût Ozal, ji serokwezîrtiyê derbasî meqamê serokcimhûriyê dibû, ji bo “çareserî”yê projeyek ‘eyar kiribû ku Kurdistana Iraqê jî di nav de ewê bi serokatîya sîstemeke federatîf bê îdarekirin, ji lew piştî xwe Yildirim Akbûlûtê ku ji hêla siyasetê ve pasîftire, anî ser serê ANAPê. Tûrgût Ozal, ji ber ku sîyaseteke ji bo pêşveçûnên ekonomîk û pêşketinê dişopand, fêm kiribû ku mesrefên buroksiya ewlehiyê pir zêde ne û bûne mîna ça’la ku gelek tiştan di xwe de dadibeliîne, ji ber vê yekê bawerî pê anîbû ku encax bi pêvajoyeke bêşerrî, wê karibe li ber vê yekê bisekine. Her wiha tê îddîakirin ku di vê fikra Ozal de, tesîra çepgîrên “Neo-lîberal”ên kevn ên ku li dora wî civiyabûn jî heye.

Tûrgût Ozal, hê dema serokcimhûrtiya xwe neqandibû, jiyana xwe ji dest da. Hê gotinên ku gelo bi qrîza qelb miriye yan bi jehrdayînê can daye dewam dikir, Suleyman Demîrel bû serokcimhûr. Di dewra serokcimhûrtiya Suleyman Demîrel de, hola pevçûna qirêj giha zîrveyê, buroksasiya ewlehîyê jî bû ku jê nedihat pirsîn. Di paralela vê pêvajoyê de, bi kişkişandina kesên dewleta kûr ên wek Doğû Perînçek û Yalçin Kuçuk, di wê dewrê de PKKê li Kurdistana Tirkiyeyê, êrîşî kesên dîndar kir. Di navbera kesên dîndar û PKKê de hola şer derket. PKKê di vê holê de zayîatên giran da.

Pêvajoya paşketina PKKê, bi operasyoneke hevpar a MOSSAD û CIAyê ya li Kenyayê, bi girtina Ebdûllah Ocalanê serokê orgutê giha zîrveyê. Hin kesan îddîa dikirin ku meqseda esil a operasyonê ew bû ku hêzên navneteweyî, ji bona projeksiyonên di pêş de, xwestine PKKê têxin bin kontrolê. Hinekan jî îddîa dikirin ku bi teslîmkirina Ocalan, dihat xwestin ku piştî hikûmeta Refah-Yolê, popularîte û prestîjê bidin Bulent Ecevît. Esrarengîz û razdariya meselê, gotina Bulent Ecevît a ku pey ketina hikûmeta koalîsyonê digot “Çima Ocalan teslîmî me kirin, min fêm nekir” têra xwe nîşan dida.

Di 2001ê de, qrîzeke ekonomîk yên herî mezin ên tarîxa cimhûriyetê qewimî. Piştî vê qrîzê, hilbijartinên meclîsê pêk hatin û her sê şirîkên koalîsyona beriya hilbijartinê, di bin barajê de man û AK Partî bi tena serê xwe bû îktîdar. Bi vî awayî dewreke nû dest pê kir. Lê belê Ak Partiyê, ji ber ku giraniya xwe da seha ekonomîk û digel vê bi gelek mîhraqên wesayetê re, mecbûrî micadeleyê bû, encax di sala 2007an de piştî cara dudan hat îktîdarê bû mûqtedîr. Her wiha bi wasîteya teşkîlata Îstîxbarata dewletê, hevdîtinên bi PKKê û serokê wê yê li Îmraliyê mehkûm Ocalan re, di vê dewra dudan a Ak Partiyê de pêk hatin.(Ew ê berdewama wê bê…)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *