Hafizê ŞÎRAZÎ
Eger ew Tirkê Şîrazî bi dest bigre dilê me lew
Bi xalê hinduyî’dbexşim Semerqend û Buxara lew
Bidî Saqî meya baqî ku nêv cennet tu nabînî
Kenarê avê Ruknabad û gulgeşta Musella[1] lew
Ji destê dilberên şux û şirînkarî hewarî ye
Wekî Tirkan kirin yexma ji dil sebrê revandin lew
Ji ‘eşqa natemamê me cemalê yarê mustexnî
Bi al û reng û xal û xet çi hacet rûyê delal lew
Min ew fêm kir ji rindîya Yûsuf ku roj bi roj geş bû
Heman ‘eşq bû Zuleyxa-j perdeya îsmet qetandî lew
Eger dijmîn bibêjî yan eger nifrîn di‘a-dkim ez
Cewaba tel dixemlîne lêvên le‘lê[2] şirînî lew
Nesîhet guhbidêr canê ji can pêştir ku hez dikin
Ciwanên zor se‘adetmend ji pendê pîrê zana lew
Kelamê’j mutrib û mey bêj û raza dehrê[3] kêmtir bêj
Ku kes neghîşt û naghîjit bi hîkmet vê mu‘emma lew
Xezel geş kir te dur qul kir were tu xweş bixwîn Hafiz
Ku ser nezma te weşandî felek Eqda Sureyya[4] lew
Mutercim: Şêxmûs BEDLÎSÎ
[1] Ruknabad û Musella navê du cihên ji Şîrazê ne.
[2] Cûreyekî kevirê bi qîmet e.
[3] Felek, zeman, dinya.
[4] Navê stêrkan.