BijarteBi Dr. Îdrîs ‘Ebdullah Re “Li Ser Fikra Qewmiyetê Li Ba Şêx Ehmedê Xanî” Hevpeyvîn

Kelhaamed: – “Bi navê Xweda. Mamosta, ji ber we me neşikand, teklîfa me ya hevpeyvînê qebûl kir û deriyê xwe li me vekir em rêz û îhtîramên xwe pêşkêşî cenabê we dikin. Di destpêkê de ji bo xwendekarên me hûn dikarin bi kurtasî xwe bidin naskirin?”

Îdrîs ‘Ebdullah: – “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm. Hûn bi xêr hatin, serçava re hatin. Navê min Îdrîs ‘Ebdullah e. Li ser kilasîkên edebiyata Kurdî diktora min heye. Li Zankoya Selaheddîn a Hewlêr kulliyeya ziman di beşa zimanê Kurdî de ez mamosta me. 2014 heta 2018 ez reîsê beşa Kurdî bûm. Sala 1993yan de min dest bi nivîsandina meqaleyan kir. Di wê salê de meqaleya min yekem car di rojnamekê de hat weşandin. Sala 2003yan de kitêbek min bi navê “Ciwankarî di Edebiyata Kurdî de” bi ‘Erebî “El bedî’ fişşi’ril Kurdî”  hat weşandin. Di edebiyata Kurdî de behsa belağetê dike. Pişt re ez çûm min mastir û doktora kir û min kitêb nivîsand.

Kelhaamed: Di derbarê edebiyata Kurdî de çi berhemên we hene?

Îdrîs ‘Ebdullah: – Kitêbik min heye bi navê “Edeba Hawçerxî Kurd”, pênc berg e. li ser şa’irên başûrê Kurdistanê min nivîsandiye. Wek Hewlêr û Silêmanî û Kerkûk û der û dorên wan. Çimkî şa’irên vê herêmê gelek in û cûr cûr in. Min kitêba xwe li ser du pêlan (şepûl) avakiriye.

Pêlek modern e û di tesîra efkarên felsefi yên Ewrûpî de maye. Wek surrealîzim, Dadaîzim, Fewzewiyet, ‘Ebesiyet, Sekulerîzim, Romantîzim. Ev pêl teqrîben di salên heftêyan de destpêkiriye û di te’sîra efkarên Marksîzm û Darwînîzmê de mane.

Pêla duwem pêla Îslami ye. Ew jî piştî dewleta Îslamî ya xîlafeta ‘Usmanî hereketek Îslamî hat destpêkirin di ‘Alema Îslamê de. Her wiha li Kurdistanê jî destpêkir. Beşek ji wan hereketan bi taybet a îxwanî li vê derê bi qewetbû. Çimkî Kurdistana vê derê bi Beğda ve girêdayî bû. Di destpêkê de rewşenbîrên Kurd wek Pîremêrd û yên din ku hevalên Ustad Bedî’uzzeman Se’îdê Kurdî bûn, temaşekirin nêrîn ku li Kurdistanê fikra îlhadî nîne, yanî ew muşkîlatên ku li Tirkiyê hene li vir tunene. Û berhem û edebiyata Se’îd Nûrsî bi Tirkî bû, xelkê vir nizanibû bi Tirkî bixwîne. Dûv re Şêx Mehmûd Sawwaf ‘Iraqî bû li Misrê dixwend, ku hat ‘Iraqê fikrên Îxwanî anî û bi ‘Erebî anî. Şêx Emced Zehawî muessisê herekeya Îslami ye li ‘Iraqê, temaşe kir ku menheca Ustad Nûrsî û menheca Îmam Elbenna ji hêla karkirinê ve yek menhec e. her dû jî dixwazin rûhê dîn di nav millet de sağbikin. Bes zimanê Îxwan ‘Erebi ye û xelkê ‘Iraqê hemî ‘Erebî dizanin. Ji ber vê herekeya Îslamî li ‘Iraqê bi şeklekî tebî’î yekser bû hereketa Îxwan. Sala 1953 li Kurdistana ‘Iraqê li Helepçe cara yekem teşkilata îxwan hat vekirin. Şêx ‘Usman ‘Ebdul’ezîz û Mamosta Mela Salih û di gel Şêx ‘Ebdul’ezîz Parezanî –Parezan li mentiqa Silêmani ye- muessê Îxwan in li Kurdistana ‘Iraqê. Mamosta Subhî Dawûdî hebû, Kerkûkî bû, Kurd bû, zilamekî gelek jêhatî, birêz û tecube bû, berî niha bi salkê wefatkir. Ew bû wasita di navbêna hereketa Îxwan li Beğda û mamostayên Kurdistanê de. Vana jî ‘alimên gelek mezinbûn. Şêx ‘Usman muessisê hereka Îslami ya Kurdisan bû, mufessirê Quranê bû. Şêx ‘Ebdul’ezîz Parezanî jî yekem nivîskarê ku siyera Nebî bi Kurdî nivîsandiye. Di nav telebeyên enstîtû û zankoyê de ev hereket sazkirin. Îja madem em xwendevan û edebiyatnas in lazim e li pişt hereketa fikrî hereketeke edebî hebe. Li Kurdistana ‘Iraqê hereketa edebiyateke Îslami ya gelek mezin çêbû. Gelek edebiyatnas û nivîskar hene. Mewca (cereyan) duwem ya Îslamî ku em dibêjin ev e.

Elhamdulillah 57 kitêbên min hatine weşandin. Ev kitêba min a ku min behs kir di nêz de derketiye. Ji kitêbên min yên kevn teqrîben 12 kitêb li ser belağet û uslûba bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin. Yek kitêbek min tenê bi zimanê ‘Erebi ye.”

Kelhaamed: – “Lêkolîneke cenabê we li ser fikra qewmiyetê li ba Şêx Ehmedê Xanî heye. di wir de hûn çi dibêjin?”

Îdrîs ‘Ebdullah: – “Behsa me li ser kesayeta Ehmedê Xani ye di nav rewşenbîr û edebiyatnasên Kurdî de li Kurdistana ‘Iraqê û fikra qewmiyetê li ba Ehmedê Xanî. Kurdistana ‘Iraqê gelek îhtîmam didin Ehemedê Xanî. Di hemû zankoyên Kurdistanê de 23 beşên Kurdî hene û di hemî beşan de di perwerdehiya bilin de (mastir, doktora) Ehmedê Xanî dixwînin. Hemû mamosta di zimnê edebiyata klasîk de li ser Ehmedê Xanî ders û konferansa didin. Bi piranî jî li ser fikr û edebiyata Ehmedê xanî di hemû zankoyan de ev heye. gelek tişk li ser hatine nivîsandin. Yek ji wan xebata Diktor ‘Izzeddîn Mustefa Resûl e ku meşhûrtirîn mamostayên zankoyên Hewlêr, Sileymaniye û Beğda ye. Du, sê sal berê wefat kir. Gelek gelek meşhûr e. Navê xebata wî “Ehmedul Xanî Şa’îren mutefekkîren we feylesûfen mûtesewwifen”.

Ehmedê Xanî çewa li nik Îslamiyan merğûb e her wiha li nik ‘elmaniyan û xwedyê hemî îdeolojiyan jî merğûb e. her yek ji xwe re hissekî jê werdigre. Kesên qewmî (neteweperest) û ‘elmanî dibêjên Ehmedê Xanî mufekkir û pêşkêşê fikra qewmiyetê ye li Kurdisanê. Li gora Îslamiyan jî Ehmedê Xanî belê, pêşkêşê fikra qewmiyetê ye bes ne qewmiyeteke şowenîst e. Yanî ne qewmiyeteke ku ji bê’edaletiyê razîbe. Qewmiyeta Ehmedê Xanî li ser ‘edaletê hatiye avakirin. Her çiqas ew behsa dewleta Kurdî û yekrêziya Kurdan dike jî bes behsa mîr jî dike. Mîr jî ‘Ereb e û gelek ‘adil e. Ehmedê Xanî gelek sipasiya mîr dike. Di Mem û Zînê de dibêje mîr ‘adil bû, eslê wî jî ‘Ereb bû. Ehmedê Xanî her çiqas qewmî bû lê tu muşkîla wî di gel qewmên din tunebû. Fikra Ehmedê Xanî li ser fikra Îslamî hatiye damezirandin. Wexta di çûn ciyekî di gotin “Ehlû Mekkete edra bî şî’abîha” yanî ehlê welat bêtir xelkê xwe nasdike. Destpêkê de fêmberî wihabû. Pişt re hat guhertin, hinik welatan kirin ‘Ereb hineka kirin tiştnî din. Berê li kurdistanê mîrekên Kurdan gelek bûn lê mîrên Farisan hemî derê dagirtibûn, xistibûn bin hukmê xwe. Piştî Îslam hat got herkes bira li memleketê xwe bibe walî, bibe xwedî deselat.

Kelhaamed: – “Ehmedê Xanî gelo ji Melayê Cizîrî ciyawaz e?”

Îdrîs ‘Ebdullah: – Ehmedê Xanî kesekî wisa bû ku waqi’ê dixwend. Çewq ku dibêjin “di dîn de fiqha waqi’î muhîm me.” Însan çiqas ‘ilmê wî hebe jî ayetên Qur’anê di gel waqi’ê nazil bûne. Fikrek dema zemînekî wê hebe, muwafiqê zeman be qîmet jê re heye. Ehmedê Xanî li Kurdistanê temaşekir ku mîrên wê hemî parçe parçe ne. Hîç mîrek ne amade ye ku li gel mîrekî din îttîfaq bike. Ehmedê Xanî temaşe kir ku bi vê parçebûnê zêde zerarê dibînin.

Ev qulzumê Rûm û Behrê Tacik / Hindî ku bikin xurûc û tehrîk

Kurmanci dibin bixûn mulettex / Wan jê ve dikin mîsalê berzex.

Yanî dibêje ew hêzên mezin yên der û dorên me eger hereketekê dest pê bikin li dij ğeyrî xwe kiyê zerar bibîne? Kurdistan dibîne. Xwîna kî tê rijandin? A kurdan tê rijandin. Ew çağ Kurd çima di vê meselê de hewqas bêğem in? Yanî gelek nesîhet li Kurdan kiriye. Ji ber vî qasî gotiye

“wehdet eslê dîn e, tefrîqe jî ‘eksê dîn e.”

Çimkî temaşa Kurdistanê dike û hemû mîrnişînê Kurdan mîrnişînên Îslamî ne, hemû musluman in. Gotiye ê baş e.

Ger dê hebuwa me îttîfaqek / Vêkra bikira me înqiyadek

Tekmîli dikir me dîn û dewlet / Tehsîli dikir me ‘îlm û hîkmet

Rûm û ‘Ereb û ‘Ecem temamî / Hemyan ji me ra dikir ğulamî

Ne şowînî bû. Dibêje eger îttîfaqa me hebûna gelek tişt bi destê me dihatin. Mîrek çima îttîfaq nakin? Çima şexsiyetek ji bo Kurdistanê çênabe? Eger em durust bin, eger îttîfaqa me hebe, eger em wehdetekê çêbikin ew weqt hemû ‘ulema, rewşenbîr, museqqefîn, çi ‘Ereb çi Turk çi ‘Ecem bin hemû tên nav dewleta me û ji me re xizmetê dikin. Ev ne şoweniyet e, waqi’î ye. Mesela ew weqt Istenbûl paytext e, hemû dunya tê li wir xizmetê dike. Beğda paytextbû hemû kes diçû li wir xizmet dikir. Tehran paytext e, hemû museqqefên ‘Ereb û Kurd û Azerîyên Îranê li wê der in, li wir xizmet dikin. Evêya wiha ye. Kurd jî eger sibê Hewlêr yan jî Diyarbekir bikin paytext enwa’ê xelkê wê werin xizmetê bikin. Xelk xizmet dike û pêş de diçe. Ê tu jî xizmet bike û pêş de biçe. Anha Emrîka çewa çêbû? ‘Ulemayên hemû dunyayê li Emrîka xizmet dikin. Dewletek bi hêz e û xelk hemû memnûn e. salane berîkên xwe tije dolar dikin û rihet in. ‘Eqlê Kurdî, baştirîn tebîbê Kurdî li Emrîkaye, baştirîn zanayê ‘Ereb li Emrîka ye, ê Turk li Emrîka ye, ê Faris li Emrîka ye, ê hemû milletan li Emrîka ye. Ehmedê Xanî gelek bi ‘eqil bû. Eviya ne şoveni ye, heqîqet e. Em nabêjin bira her kes xizmetkarê me be, lê heqîqet wiha ye. Eger tu dewletbî wê xelk were xizmeta te bike.

Eger em wiha bin wê weqtê dîn û dewlet tekmîl dibin. Eger em ne wihabin ne dîn hîn dibin ne jî dewleta me çêdibe. Anha bilfi’l em ne fêrî dîn bûne ne jî dewleteke me heye.

Kelhaamed: – “Beyta ku dibêje “Rûm û ‘Ereb û ‘Ecem temamî hemiya ji me ra dikir ğulamî” ğulam di vir de bi me’na kole û bende ye yan tişkî din e?”

Îdrîs ‘Ebdullah: – “Ne bi me’na kole ye. Ehmedê Xanî wek musteleh bi kar ani ye, ne ku ferhenga mabeyna xelkê ye. Yanî ğulam çi ye? Ê ku xizmetê dike. Eger ‘alimek were nav dewletekê îş bike ji vî karî re çi tê gotin? Ew jî xizmet e. Evana tefsîrên ğelet in li ser fikrên wî. Çimkî ew yekser dibêje eger wiha be dewleta me çêdibe û ‘îlm û hîmmeta me çêdibe. Ew bixwe di pêş de pesnê mîrek dike. Dibêje ‘Ereb bû bes yekî ‘adil bû. Meqseda wî ne ew e ku ‘Ereb û ‘Ecem û Turk xizmetkarê me bin û em jî ağa bin. Bes dibêje waqi’ wiha ye. Eger tu bibî dewlet xelk ji dûr dûr tên xizmeta te dikin.

Melayê Cizîrî jî bêtir melayê dînî bû. Di serdema Melayê Cizîrî de Kurdistan jî aramtir bû, meşakil nebûn. Bes di serdema Ehmedê Xanî de, em temaşekin ku meşakil hene. ji ber vê Ehmedê Xanî ji Melayê Cizîrî ciyawaz e. Melayê Cizîrî jî Kurdistaneke xweş dixwest bes Ehmedê Xanî ji alî siyasî ve gelek tişt nivîsandine ku Ehmedê Xanî ne nivîsandiye. Melayê Cizîrî li alî me li Kurdistanê gelek meqbûl e, bes Ehmedê Xanî di pêşiya wî de ye. Ji ber mewqifê wî yê siyasî kesên Îslamî jî ‘elmanî jî qewmî jî jê hesdikin. Ehmedê Xanî ciyekî mezin girtiye di nav kurmancê jorîn de û remzekî qewmiye. Di nav kurmancê jêrîn de jî Hacî Qadirê Koyî temamkerê Ehmedê Xani ye û remza duwemê qewmî ye di nav edebiyata Kurdî de.

Ehmedê Xanî wexta Mem û Zîn temam kir, dibêje:

Lewra ku dema ji ğeyrî fek bû / Tarîx hezar û şêst û yek bû.

Yanî 380 sal berî niha Mem û Zîn nivîsandiye bi salê hîcrî. Teqabulî 1670 yê mîladî dike.

Di dema Melayê Cizîrî de jî muşkîle hebûn li Kurdistanê bes xelk baştirbûn. Sefewî di sala 1514yan de, yanî beriya Melayê Cizîri hatibûn û mîrnişînên Kurdan ji holê rakiribûn. Xelkê Faris anîbûn şuna wan, dixwestin mîrnişînan bikin Şî’î. Mîrnişîn çûn cem Sultan Mûrad, gotin Şî’î hatine welatê me zeftkirine, Sefewiyan îşğalkiriye û zextan didin me. Sultan Mûrad got baş e, ez dixwazim welatekî bidim we bes temenê min mezin bûye. Ez nikarim bikim. Piştî du sê salan kurê wî Sultan Selîm (Yavuz) hat serî. Çimkî xelkên ‘Usmanî dixwestin sultan di şer de li pêş be, li ser serê esker be. Sultan Selîm hat bi Sefewiyan re şerê Çaldiranê kir. Sefewiyan şikand û mirekên Kurdan çûn ciyê xwe. Ji ber vê, Kurdisana ‘Usmanî de muşkîle tunebûn. Melayê Cizîrî jî li Cizîrê bû, Cizîr jî gelek dûrî herêma munaze’ê bû, tu muşkîle tê de nebûn. Melayê Cizîrî jî di vê hengama aşîtiyê de ji siyasetê xeber nedida, çimkî îcab nedikir. Çimkî hemû ‘Ereb û Turk û Kurd û ‘Ecem birayê hevbûn, bi hev re dijiyan. Bes Ehmedê Xanî nêrî ku di navbêna qewman de ferq û ciyawazî peyda dibe, di navbêna Sefewî ‘Usmaniyan de pevçûn gelek e, xelkê Kurd jî ji wê pevçûnê gelek zirar dibine. Ji ber vê bi remz û îşaret xeberda û got:

Ew qulzumê Rûm û behrê Tacik.

Meqseda wî di vir de ev alî û ew alî ne. Yanî ‘Usmanî û Sefewî. Tacik xelkê Tacikistan in ku anha ji sedî 20 ketine nav dewleta Hind û Sovyetî. Di wê demê de deselata dewleta Sefewî gelek zêdebû.

Kelhaamed: – Ehmedê Xanî kesekî qewmi bû yan Îslamî bû?

Îdris ‘Ebdullah: – Dema li şi’rên wî tê temaşekirin xuya dike ku ew kesekî Îslami ye. Bes Îslam lazim nake ku kesek ji qewme xwe hez neke. Însan ji qewmê xwe hez dike. Di nav eshabên Rasulullah ‘e. s. w.’de ensar jî muhacir jî hebûne. Herdû jî her ‘Erebbûn. Ev rewş tu muşkilê çênake. Çimkî Xwdayê wan yek û pêğemberê wan yek û kitaba wan yek e, ev jî bes e. Ehmedê Xanî jî zanayakî dîni ye ne kesekî besîtê dîni ye, ‘alimekî mezin e. Dr. ‘Izzeddîn dibêje “ew şa’ir e, mufekkir e, feylesûf e, mutesewwuf e.” Lêkolîneke gelek zêde li ser Ehmedê Xanî çêbûye. Zankoyê Duhok û zankoyên din yên herêmê lêkolînên Kurmancî li ser kirine û zêdetir îhtîmam pê dikin.

Ehmedê Xanî wek kitêbên xwe yên din di Mem û Zînê de bi şukrê Xweda dest pê dike. Dûv re diçe ser behsa Pêğember ‘e. s. w. û xelîfeyan û eshaban. Gelek xweşik behsa vana dike. Di dîbacê de dibêje; beriya ku Xweda Îsa ‘e. s. bikşîne ba xwe jê re dibêje wê pêğemberek were navê wî Ehmed e, wesfên wî ev in û dînê wî wê li ser hemû erdê belav bibe. yanî Ehmedê Xanî dawetvanekî gelek mezin e ji bo dînê xweda. Feqet dibe ku îhtîmamê bide mesela xwe. Çimkî çima li ali Ewrûpa xelk dijî dêrê bûn? Çimkî paşayan zulum li wan dikir. Dêr jî ‘ebdê paşayan bû û dêrê jî zulum li xelkê dikir. Eger paşa zulmê bike lazim e zilamê dînî bibe mani’ê zulmê. Bes li Ewrûpa ne wihabû. Zilamê dînî di xizmeta zilamê deselatê de bû. Ji ver vê xelkê Ewrûpa ronesans kir û şoreş kir û di şer de xwestin keşe jî paşa jî bikujin. Bes li Kurdistanê elhemdûlillah daîma ûlemayên baş dijî zulmê bûn. Hetta di vê serdemê de jî. Heye ûlemayê di gel deselatê bes millet ne li gel wan bû ye.

Ehmedê Xanî temaşe kiriye ku wacib e li ser wî xizmeta xelkê xwe bike. Milletê wî jî bira bilind bibe, milletê wî jî pêş de here. Madem yek dewleteke Îslamî ne bi hêz e, bi çendan dewlet hene, li Misir, li Sitenbol falan deselat hene, bira dewleteke qewmê wî jî hebe, ew jî yek ji dewletên Îslamî be. Ji ber vê, dîndar jî Îslamî jî ji Ehmedê Xanî hezdikin. Ê wî qewmiyeta di nav dîn de bû, ne li derveyê dîn bû. Bi rastî tefsîreke gelek qenc li dîn dixe. Ayet dibêhe: “Ji bo hûn hevdû nasbikin me we gerand qewm û qebîle”. Dîn ev e. Her kes di herêma xwe de walî û paşa be gelek î’tiyadi ye. Mesela anha Emrîka 52 wîlayet e, her wîlayetek jî sitêra wê di beyreqa Emrîka de heye. Tev jî wîlayetên yekîtiya Emrîkî ne. Ev sîstem gelek baş e ji bo ‘alema Îslamê.

Kelhaamed: – “Kesên ‘elmanî bi çi delîlê dibêjin ku Ehmedê Xanî ne dîndar bû ye, qewmî û şowenî bû ye?”

Îdrîs ‘Ebdullah: – “Ewana dîbaca Mem û Zînê ji binî ve radikin. Di çapên wan de jî dibace heye bes dema ku meqala dinvîsin û seminer û konferansa didin dibêjin Ehmedê Xanî qewmi ye. Behsa fikra wi ya eslî nakin, mesela qewmîtiyê derdixin pêş, ji gotinên wi yên din diqetînin. Wek ayeta ku dibêje “fe weylun lîl mûsellîn” dixwînin û dewama wê naxwînin. Rast e, Ehmedê Xanî de’wa dewleta Kurdî kiriye, de’wa îttîfaqa emîrên Kurdan kiriye, xwestiye ku yekîtiya dewleta Kurdî hebe û bi hêz be, bes mîrekan vêya pêk nanîn. Xwe bi dewleta ‘Usmanî ve girtin. Ev fikir a Sultan Selîm bû. Sultan Selîm ji Mewlana Îdrîsê Bedlîsî re got here mîrnişînên kurdan bighîne hev, yekîtiya wan çêbike. Çi weqtî? Di sala 1514an de. Mewlana Îdrîsê Bedlîsî di qesra Şah Îsma’îlê Sefewî de musteşar bû. Dema dît ku Sefewî dixwazin temamê Kurdan bigerînin Şî’î çû xwe avêt ‘Usmaniyan û wan jî wî kirin musteşar di qesrên xwe de. Sultan Selîm jê re got; “Yek alayek Kurdistanê hebe baş e. Here postê mîrê mîran çêbike. Bira meclisa şûraya mîran hebe û yek ji wan jî bira mîrê mîran be.” Ev fikreke gelek baş e û muhîm me. Dibêjin Mewlana Îdrîsê Bedlîsî şeş meha di nav mîrên Kurdan de geriya, her yek ji wan carek du car çû ba wan. Hîç yek ji wan ne got ku felan mîr ji min mestir e bira bibe mîrê mîran. Her yek ji wan got bira ez bibim mîrê mîran. De ka îja wê çewa çêbibe. Dibêjin Sultan Selim li hember vê rewşê gotinek got. Bi Tirkî got, li ba me bi Kurdî belavbûye lê kes nizane ku ev gotina Sultan Selîm e. Dibêje: “Ne dar dibe maşe ne jî Kurd dibin paşe” (Ağaçtan maşa, Kürtten paşa olmaz).

Ev teswîr a Mewlana Îdrîsê Bedlîsî bû, Sultan Selîm jî bêçare ma. Ma kare çi bike?

Kelhaamed: – “Li gora xwendina me Îdrîsê Bedlîsî ji ğeyrî çend heban gelek ji mîran gihandibû ser hev”

Îdrîs ‘Ebdullah: – “Bi kamiltî pêk nehat, bi cuz’î çêbû. Di dewra Sultan Suleymanê Qanûnî de Mîr Şerefxanê Bedlîsî çu ba Sultan Suleyman û got em dixwazin wê fikra ku Sultan Selîm danîbû sağbikin û bi cî bînin. Sultan Suleyman got here pêk bîne. Şerefxan hat careke din li nav mîrên Kurdan geriya. Ew jî bi destekî valan vegeriya ba Sultan. Şerefxan got em dixwazin bajarê Diyarbekri bikin paytext, emê meclisekî şûra deynin û hemî mîrên Kurdan bikin endamê vê şûrayê. Mîrên kurdan ger bixwazin bira nûnerekî wan li wê meclisê be û ku bixwazin bira ew bixwe jî werin. Her wekî civandina ‘Ereban. Ev jî fikreke gelek muhîm me. Û yek jî wê bibûna mîrê mîran. Hem dewleta ‘Usmanî hem jî dewletên dên wê gelek hesabê wê bikiranan. Eger ew meclisa şûraya Kurdan çêbibûna piştî herba ‘alemi ya yekem Kurdistan wê bibûna dewlet. Bes Şerfxan dîsa bi destekî vala vegeriya ba Sultan.

Mîr Bedirxan mektûbek şand wezareta mustemlekeya (sömürge) Birîtanî, di sala 1917an de. Çimkî deselata Birîtanya li ser erda ‘Usmanî gelek zêdebû. Got: “Bibin alîkarê min ji bo ez dewleteke Kurdî çêbikim li ser erda Kurdistana Dewleta ‘Usmanî, min jî bikin mîrê wê, ezê jî bibim muttefiqê we.” Wezareta Birtîtanî jî mektûbek şand konsolxaneya xwe ya Erzurum, tê de got: “Mîr Bedirxan dibêje eger hûn min bikin paşa, ji sedî 85 Kurd bi min re ne. Gelo ev gotin rast e?” Di arşîva wezateta derveyî a Birîtanî de ev belge hê jî hene û hatine terceme kirin bi bal zimanê ‘Erebî, Kurdî û zimanên din ve. Lêkolînekî Kurd navê wî Dr. Azad e li Birîtanya di wezareta xaricî de li ser belgeyên ‘Usmanî kar kiriye, anha jî li vir li Hewlêr e, gelek caran hevpeyvîn pê re tê kirin. Di mijarên Turkiye de pispor e. yek ji wan belgeyan jî ewa ku konsolxaneya Birîtanya a Erzurum ji wezareta xaricî re dişîne. Tê de dibêje: “Li gor em dizanin xelkê Kurdistan xwedyê fikrên belawela ye. Qebîleyên wan hevdû nagrin. Di vî haletî de ne Mîr Bedirxan, mîrên mezintirîn jî hûn bînin, di halê baştir de ancax ji sedî 15 Kurd belkî rola xwe bi cî bînin.

Îja Ehmedê Xanî di got ‘eyb e ev maşkil hebin. Ji ber vê di dawiyê de di beytekê de wiha dibêje:

Kelhaamed: – “Mem û Zîn hatiye wergerandin bi bal zaravayê Soranî ve?”

Îdrîs ‘Ebdullah: – “Hejar Mukriyanî Mem û Zîn wergerandiye bi bal Soranî ve.”

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *