Bi Bîsmîllah
Mela Ehmedê Nalbend
Bi bîsmîllah me dest havête şolê
Bi tewfîqa Xudê-l vê weqt û gavê
Wekî meqsed diyarbû kefte yolê
Bixaze-j Xaliqê Heq meqseda vê
Ji vê bîstan û ser dunya fenaê
Me mehbûbek bixo çak ya viyaê
Ezê dîn bûy ketî çol û çiyaê
Mihal e derkevî-j qelbê me tavê
Çi taze sûr şirîn e taze nîn e
Nizam bağ û hedîqe yan cinîn e
Perî bû yan zerî yan hûr û ‘în e
Gula dêmî hera terbû-j xunavê
Me gotî ez ğulamê ey delalê
Tu ew qîbla minî ya her du’a lê
Ev e çil ‘erzûhal min dane halê
Te qet cabek neda-l ser vê suale
Be ‘ebdînî bixu min bigre xêr e
Piling e talibê te teyr û şêr e
Tenê her cabekê bo wî-b nihêre
Ku ‘işqa min ji qelbê xo ne havê
Tu sultanê li ser text û serîra
Bi rutba xo wekî şah û wezîra
Mixabin me-b kujî van tûv feqîra
Berê xubdê dev û lêva qeşavê
Berê xubdê çi bê hal û hewes bû
Ki ye îro bizanît ew çi kes bû
Huzûra wî li nik te yek nefes bû
Bi qehra sût û lê der bû kulavê
Ğulamînî tu ‘ebdînî-b me xûş in
Me zanî talibêt te zehf û bûş in
Belê tovêt wekî min dûrrfiroş in
Were ser vê xezînê pirr diravê
Kesê wek me-l te ‘aşiq can fîda bit
Xusûsen şa’ir û baş û mela bit
Ne heyf û sed mixabin mûbtela bit
Şevê-l çola bi rojîê-l ber hetavê
Hebûna wê çi namûs e çi feyde
Li pê wî mihbeta te bend û qeyd e
Wîsala me-l te her şehyan û ‘eyd e
Niho keftîne qehr û laqelaqê
Niho qehra me nahêt ber qiyasê
Me sed hêvî hene ey durrniyasê
Rikê pêle û bes tû-b mîne asê
Tu teyrî ez çiya da-b kevye raqê
Cema mirwet nema ye-d ‘alemê da
Kesê ‘işqê wekî min sût û lê da
Hemî lê berzekin qesd û umêda
Bibin dujmin li ser min wek rikavê
Li ser min nûke ‘alem lew me kar e
Di nav çavê te ra ‘işqa diyar e
Çi hal e hinde dîlber ya ku yar e
Qebûl naket çu gava hêviya vê
Eve heq nîn e hîlew find û fîl e
Welw ya nazik û cehl û cihêl e
Heta mirnê-b çû terza wê nehêle
Evê bê mirwetê vê şerbelavê
Çi zûzan e-l riya av û kevîn e
Çi mêrg û çîmena hû ğemrevîn e
Bihara kamila her sor û şîn e
Firî-j nav çîmena bêhna kulavê
Muslumanin gelî dost û heval in
Çi mirwet em heta mirnê binalin
Niho em jî xudan ocağ û mal in
Gelek min kefte mewca behr û avê
Kelamê min çi xoş e şîr û şekir
Xuzîka wî kesê hissek bi xo bir
Li ‘umrê wî çi xoşî nîne mestir
Bila daîm bixut goşt û pîlavê
Ez im Ehmed ji ‘işqê rûs û birsî
Kesek ev ro li halê min ne pirsî
Şebek min ki du’a-l ber ‘erş û kursî
Xudê belkey evê bêxête davê